‘Kurdbûna min sedemeke ku têr dikir bû’ 2019-07-06 09:13:37   WAN - Hevşaredara HDP’ê ya Giyadînê Betul Yaşar ku ji aliyê polîsan ve hatibû derbkirin, diyar kir ku ev êrîş li dijî îradeya gel e û wiha pê de çû: “Em ê li dijî van êrîşan têbikoşin. Êrîşa li hember min girêdayî şîdeta li hember jinan e. Kurdbûna min, jinbûna min ji bo êrîşê sedemeke têr bû.”   Hevşaredarên HDP’ê ya Giyadîn a Agiriyê Betul Yaşar û Evren Demîr di 2’ê Tîrmehê de, di têketina avahiyê de li dijî ku xebatkarên şaredariyê ji aliyê polîsan ve dihatin derbkirin, derketin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Polîsan bêyî hincet kamerayên ku dîmen digirt jî desteser kirin. Gelê Giyadînê bûyer protesto kirin. Hevşaredar Betul Yaşar roja bûyerê vegot: “Tu êrîş nikare îradeya gel têk bibe.”   Betulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Saet di 14.00’an de em li avahiya şaredariyê rûniştîbûn. Deng hat. Em çûn xwarê. Ajokarê me Mehmet Hayrî Oruç ji aliyê polîsan ve dihat derbkirin. Bi dehan polîsan êrîşê avahiyê kirin. Bi jopan ketin hundir. Dijûn heqeret kirin. Êrîşî me jî kirin. Çavsor bûbûn. Kîn, nefret û hêrs hebû. Tu tiştekî hiqûqî tune bû. Ya kirin çavsorî û dijhiqûqî bû. Nêzîkatiyek çetewarî bû. Me bi dengekî mezin şaredarî girt. Ev qebûl nekirin. Ya bi hilbijartinê negirtin xwestin bi xespê bigirin.”   ‘Hûn neçar in li hember îradeya me rêzdar bin’   Betulê bi lêv kir ku gel li dijî êrîşan pêl bi pêl hatine avahiyê û ew tenê nehiştine û wiha pê de çû: “Gel bertek nîşanî polîs dan û gotin ‘Hûn nikarin îradeya me bişkînin, êrîşa li hember îradeya me li hember me ye. Hûn neçar in li hember îradeya me rêzdar bin.’ Şîdeta li hember min di heman demê de girêdayê şîdeta li ser jinan a li Tirkiyeyê bû. Şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Ji bo hinek hatiye hilbijartin wek jin mêze nekirin wek Kurdekê mêze kirin. Ji bo wan Kurdbûna me sedemek têr û tije bû. Tu êrîş nikare me têk bibe. Berxwedan jiyan e. Em li dijî êrîşê bêdeng neman. Serkeftina HDP’ê hezm nekirin. Ev dagirkirinek bû. Lê gel ev dagirkirin çewisand. Ez ji bo gelê Giyadînê jî spas dikim.”