Mêrîm Hovîlya: Ez dixwazim tekoşîna jinên Kurd nas bikim 2019-07-06 09:05:30   Roj Hozan    BEYRÛT - Nivîskara Filandayî Mêrîm Hovîlya ya bi endamên Komalaya Newroz re civiya diyar kir ku armanca hevdîtina wê ya bi jinên Kurd re ew e ku têkliyan xurt bike û wiha got:"Ez dixwazim tekoşîna jinên Kurd nas bikim. Ez dixwazim rihê Şoreşa Jinên Kurd hês bikim."   Jina Filandayî ya nivîskar Mêrîm Hovîlya li Lubnanê bi jinên Endamên Komalaya Newroz civîn pêk anî. Mêrîmê derbarê civîn û hevdîtina bi jinên Kurd ên li Lubnanê de axivî. Mêrîmê got:"Ez pir kêfxweş im ku min jinên wiha bi hêz û îrade nas kirin. Rihê têkoşîn û fedakariyê jinan tîne gel hevdu."   'Min her dixwest ez jinên Rojavayê Kurdistanê bibînim'   Mêrîmê anî ziman ku ew gelek kêfxweş bûye ji ber ku jinên Kurd nas kiriye û wiha got:"Min her dixwest ez jinên Rojavayê Kurdistanê bibînim. Min dixwest rewşa jinên Kurd bişopînim, têkiliyên di navbera wan de nas bikim. Min dixwest jinên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê  û rêxistinbûyina wan nas bikim. Jixwe di dema pêş de jî ez ê biçim Rojavayê Kurdistanê û ji nêz ve vê rewşê bişopînim. Ez dixwazim tekoşîna jinên Kurd nas bikim. Ez dixwazim rihê Şoreşa Jinên Kurd hês bikim. Ez pir kêfxweş im ku min jinên wiha bi hêz û îrade nas kirin. Rihê têkoşîn û fedakariyê jinan tîne gel hevdu."   'Rihê tekoşîn û fedekariyê jinan tîne gel hev'   Mêrîmê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Îro jineke Kurd li ku aliyê cîhanê be serkeftina wê serkeftina me ye. Jixwe girêdana me ya bi jinên Rojavayê Kurdistanê re di encama têkoşînekê de pêk hat. Rihê tekoşîn û fedekariyê jinan tîne gel hev. Jina Kurd di cîhanê de yekem e ku li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê sekiniye. Em ê heta dawiyê şopdarê xeta azadiya jinên Kurd bin."