Li Farqînê qedexeya derketina derve 2019-07-06 08:53:56   AMED - Li Farqînê di çarçoveya operasyona leşkerî de, li gelek gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Leşkeran bi rêya parêzeran qedexe ragihand û ketin gundan.    Li Farqîn a Amedê, li gelek gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Bêyî Walîtiya Amedê û Qeymeqamtiya Farqînê der barê qedexeyê de daxuyaniyekê bidin, leşkeran gazî keyayên gundan kirin û bi rêya keyayan qedexe ragihandin. Li gorî agahiyên bi dest ketin; leşkeran ji keyayan xwestiye li gundan bi anonsê qedexeyê ragihînin. Piştî qedexe hat îlankirin leşker ketin gundan û operasyon dest pê kir.    Navê gundên qedexeya derketina derve li wan hatiye îlankirin ev in: Korît, Qewşan, Hacîca, Garisî, Weysikanê Jorîn, Weysikanê Jêrîn, Fêra, Girkinyat, Avanek û Siloq.