Serap a rastî şîdet û tehdîda sîstematîk hat: Bila êdî îfşa bibe 2019-07-05 09:12:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Serap Kaya diyar kir ku ji roja zewiciye rastî her cureyê şîdeta sîstematîk hatiye û got ji aliyê hevjînê xwe parêzer Huseyîn Ozot yê dest jê berdaye, hîna jî rastî tehdîdan tê.    Serap Kaya di 2010’an de li Dîlokê bi parêzer Huseyîn Ozot re zewicî û diyar kir ku di seranserê zewacê de rastî şîdetê hatiye, di 2017’an de dest jê berdaye lê hîna rastî tehdîdên wî û malbata wî tê. Serapê got ewlehiya canê wê tune ye û bila Huseyîn Ozot îfşa bibe.   Serapê daxuyakirin ku şîdeta fîzîkî ya ewil di ducaniyê de dîtiye û got: “Xwişka min ligel min bû. Demek kurt ji welîdînê re mabû. Kulmek li min da. Xwişka min bû şahidê vê. Piştî zarok hat dinê jî şîdet kir. Min got ez dest jê berdidim. Huseyîn got ‘ez ê zirarê bidim zarok û malbata te’. Bi dehan carî ez tehdîd kirim. Bi mirinê ez û zarokê min tehîd kir. Vî mêrî dema şîdet li min kir kêr kişand. Min got bila hinek sakîn be lê wî di vê navberê de zarokê min yê razayî bi kuştinê tehdîd kir.”   ‘Nasnameya xwe ya parêzeriyê bi kar tîne’   Serapê got di 2015’an de Huseyîn Ozot ji bo bi kesek din re bizewice doza destberdanê vekiriye û got wê jî doz vekiriye û wiha got: “Huseyîn ji bo ez dozê şûnde bikşînim ez tehdîd kirim. Dema tehdîd dikirim jî digot ‘ez parêzer im, ez ê zarokê xwe nîşanî te nedim. Tu bi min dizanî, ez ê zarok ji te bigirim.’ Ji ber vê neçar mam dozê bikşînim. Di pêvajoya destberdanê de Huseyîn velayeta zarok girt. Zarok nîşanî min neda. Min li dadgehê vegot. Min şîdeta dît vegot. Lê rapora derbkirinê tunebû. Cîranên me jî ji tirsa ku ew parêzer e şahidî nekirin. Min dît ku ji vî kesî rizgarî tune ye, em çûn Yewnanîstanê. Bi hevkariya hinekan em dîtin. Ez tehdîd kirim. Piştre em ji Atînayê hatin Berlînê.”   ‘Ez dixwazim şîdeta vî kesî bê bihîstin’   Serapê bi lêv kir ku ew û zarokê xwe çûne Berlînê û wiha dawî lê anî: “Huseyîn Ozot ji bo zarok bigire serî li riyên navneteweyî da. Dadgeha li vir biryar da ku jiyana me li vir baş e, rewşa perwerde û jiyana civakî ya zarok baş e. Zarokê min ligel min kêfxweş e. Ez dixwazim şîdeta ku vî mêrî li min kiriye bê bihîstin. Ez dixwazim bê îfşakirin.”