'Perwerde têkoşîna xweguhertinê ye' 2019-07-05 09:09:01   Binevş Sarya   KOBANÊ - Mêrên ku beşdarî perwerdeya akademiya şehîd Şîlan Kobanê bûne gotin:"Jineolojî zanistek nû ye. Dema mêr di bin zanista jineolojî de perwerde bibin wê zîhiniyeta baviksalarî di civakê de tune bibe. Jineolojî zanista jin û jiyanê ye."   Yekem car perwerdeya mêran herêma Firatê di 22'ê Hezêrana 2019'an de li akademiya Şehîd Şîlan Kobanê, bi navê dewreya Şehîd Dîcle Kobanê hat vekirin, ev dewre ji 20 endamên di Sazî, bajar û Kantonan de kar dikin pêk tê. Mêrên ku tevlî perwerde bûne nêrînên xwe parve kirin.    'Ev perwerde pêngavek dîrokî ye'   Endama Rêveberiya Jineolojiyê Dîrok Qehreman di derbarê  dewreya perwerde ya mêran de nirxandin kir û wiha got: "Weke ku tê zanîn ev akademiya jinan e û li vê derê jiyan li gorî zagonên jinan tê meşandin. Li vir her tim dewreyên perwerdeya jinan tê vekirin. Lê belê vê carê di akademiya jinê de, di bin banê Kongreya Star de, dewreyek xweser ya ji bo mêran hat vekirin. Vekirina dewreya mêran, pêngavek dîrokî ye di civaka me de. Bi giştî 20 kesên ku niha li vir perwerde dibînin Endamên Rêveberiyên Sazî, bajar û Kantonan in. Armanca  me ji vê perwerdeyê ew e ku em zîhiniyeta baviksalarî di destpêkê de di endamên mêr yên ku di sazî û Rêveberiyên de cihê xwe digirin bidin tunekirin. Ji bo civakek baş were rêxistinkirin beriya her tiştî pêwîstiyên wê civakê bi zanista exlaqî heye."   'Jin mêran perwede dikin'   Dîrokê di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser pêşketinên civakî û wiha dewam kir: "Cara yekeme ku di civakê de jin mêran perwerde dikin. Bê guman di hemû dewreyên perwedeyên akademiyên civaka demokratîk de jin û mêr bi hev re perwerde dibînin û di wan dewran de piraniya xwe jin dibin komîsyon. Lê divê dewrê de ne tenê em jin dibin komisyon, di heman demê de sîstema ku li vir hatiye danîn û rêveberiya akademiyê hemû jin in. Ne tenê wane di heman demê de  li vir jin jiyanê bi rê ve dibin û di hemû aliyan de mêran perwerde dikin. Armanca waneyên ku tên dayîn jî ew e ku zîhiniyeta destihiladarî ya di civakê de bide guherîn û li ser bingeha Jineolojî jiyanek wekhev bê avakirin."    'Perwerde hêza guhertina civakê ye'   Dîrokê  herî dawî jî guhertinên di nava civakan de nirxand û wiha got: "Piştî pêşketina sîstema baviksalarî, hebûna jinê di nava rûpelên dîrokê de hate rakirin û jin weke mirovek herî xirab di civakê de dihat pênasekirin. Lê belê bi ked û têkoşîna jinan em gihaştin rojên wiha ku jin carek din bikaribin vegerin li ser kokên xwe yên xwedawendiyê û îro car din bibin mamosteyên civakê. Em bawer in ku perwede dibe hêza bingehîn ya guherîna civakan û bi pêşengtiya jinan wê car din civak li ser rastiya xwe ya komînal vegere."   'Jineolojî zanistek nû ye'   Bozan Xelîl Hevserokê Desteya Hundirîn yê herêma Firatê ku tevlî dewreya perwerdeyê bûye axivî û got: "Ev perwerde ji bo min gavek dîrokî ye. Di sîstema me ya herêma Firatê de û li tevahî Bakur-Rojhilatê Surî de gelek akademî û perwerdeyên cur bi cur hene. Lê belê ev dewre ji hemûyan cudatir e. Biryarê Tevgera jin ji zû ve hebû ku mêran bigire perwerdeyê. Ji ber sedemên cuda ev biryar zû nekete pratîkê. Lê piştî ku biryar pêk hat, hatina min ya vê perwerdê ji bo min şansek mezin e. Her çendî agahiyên min di derbarê jinan de hebin jî, lê di vê perwerdê de min baş zanî ku agahiyên me, mêran yên di derbarê jinan de gelek xelet in. Armanca min divê perwerdê de ne tenê girtina hin agahiyên nû ne. Yekem armanca min ji vê dewrê ew e ku ez kesayet û ferasetê xwe ya li hemberî jinan bidim guhertin û rast bi jinan re hevaltiyê bikim."   'Em bi biryar in ku xwe biguherînin'   Bozan di dawiyê de behsa keda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Ger îro em mêr bi awayek dilxwaz û bêyî ku bikevin pê şermên di civakê de hatine danîn, an jî zîhiniyeta ku jinan biçûk dibîne di mêjiyê me de hatine çandin, îro di akademiya jinê de, di bin Rêveberiya jinan de perwerde dibînin, bê guman encama keda Rêber Apo ye. Jinan gelekî ked û bedelên giran dane ji bo dîroka bi destê mêrên serdest hatiye nivîsandin bidin guherîn. Yê ku bi jinan re rast hevaltî kiriye û hîştiye em mêr jî li xwe vegerin û camêrbuyînê ji bîra nekin Rêber Apo ye. Li gorî min ev perwerde yek ji gavên serkeftina jinan e di dîrokê de. Di encama vê perwerdê de em bûn xwediyê biryara xweguhertinê"   'Bi hêza perwerdê wê zîhiniyeta baviksalarî were guherîn'   Cîgîrê Hevserokê Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa ku ew ji di perwerdeya akademiya Şehîd Şîlan Kobanê de ye wiha behsa girîngiya perwedê kir: "Dema ku ez hatim vê dewrê min wiha ji xwe re got beriya her tiştî pêwîst e ku ev zîhniyet û kesayeta xwe yê feodal bidim guherîn û bikaribim bi jinan re jiyanek nû bidim destpêkirin. Ya rast bi dewreyek perwerdeyê mirov wê nikaribe bi her awayê xwe bide guherîn, lê belê ji bo min ev pêngavek ku ez têkoşîna zayendî di xwe de bidim destpêkirin e."    'Jin hêza bingehîn ya civakê ye'   Sebrî di dawiyê de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Berê em mêr wiha difikirîn, me digot 'em tenê dikarin şer bikin û parastina civakê bidin avakirin', lê ya rastî bi şoreşê re me fêmkir ku jin hêza bingehîn ya jiyanê ye. Bi baweriya min jin hestiyê pişta civakê ye. Weke ku Rêber Apo jî dibêje 'Jin azad nebe civak azad nabe' divê perwerdê de min zêdetir bawer kir heta jin azad nebe civak azad nabe. Ji bo civakek azad beriya her tiştî pêwîst e, em mêr xwe biguherînin û dest ji desthilatdariya xwe berdin."