Ji bo jina dihat xwestin bê qetilkirin ‘parastin’ hatiye dayîn 2019-07-05 09:04:44     Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Hulya Duman li Qoserê du roj berê ji aliyê Alî Aydin ve hewl hat dayîn bê qetilkirin. Hulya ji beşa lezgîn hat derxistin û birin serwîsa normal. Hulyayê diyar kir ku beriya hewldana qetilkirinê jî 4 caran daxwaza parastinê kiriye û got rojek beriya bûyerê hatiye tehdîdkirin û got: “Ger bê hiştin ez îcar parastina xwe ya cewherî bi kar tînin. Êdî bes e.”   Du roj berê li Kolana Kîlîse ya Qoser a Mêrdînê jina bi navê Hulya Duman a 33 salî rastî êrîşa hewldana qetilkirinê ya Alî Aydin hat. Alî Aydin hat binçavkirin. Hulya ji mil û zikê xwe birîndar bû û rakirin beşa lezgîn û niha dermankirina wê didome. Hulya ku dema hat derbkirin pitika wê ya 6 mehî jî di hembêza wê de bû. Hat hînbûn ku mêrê ku hewl daye Hulyayê qetil bike biryara durxistinê girtiye û ji bo Hulyayê jî biryara parastinê hatiye dayîn.   ‘Zarok di zikê min de bû li min dixist’   Hulyayê bi lêv kir ku her tim rastî şîdetê hatiye, dema ducanî bûye jî aliyê Alî Aydin ve lêdan xwariye û wiha got: “7 meh berê dema zarokê min di zikê min de bû ez terk kirim. 3 zarokên min hene. Ez tî û birçî dihiştim. Li pey kesek din çû Stenbolê. Min li zarokên xwe mêze kir. Zaroka min ya dawî hat dinê. Mehra me ya fermî tune bû. Gelek deyn jî li pey xwe hiştibû. Piştî çû jî em tehdî dikir. Min çar caran daxwaza parastinê kir. Lê vê jî fêde nekir.”   ‘Got namûs namûs ez kêr kirim’   Hulyayê destnîşan kir ku ew edaletê dixwaze, her wiha divê ev kes ceza bigire û got: "Min tu tiştek nekir wî bi min kir. Got namûs namûs û êrîş kir. Hemû cîran dizanin ew çi bi min dike. Ew cezayê xwe nekşîne ez ê parastina cewherî pêk bînim."   Dayika Hulyayê, Tenzîle Duman jî wiha got: “Keça min wê rojê li mala me bû. Piştre bi keçên xwe re çû marketê. Lê wî kesî di rê de êrîş kir. Ew hişt çû lê dîsa jî pêşa wan berneda. Em dixwazin ew kes cezayê xwe bikşîne. Bila edalet pêk bê. Tiştên ku nehatin serê keça min nema. Em edaletê dixwazin.”