'Li hember siyaseta dagirkeriyê wê gel bê bersiv nemîne' 2019-07-05 09:03:15   Sara Şêx Hesen   HELEB - Derbarê geşedanên ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê diqewime de Endama Komîteya Peywendiya Dîplomasiyê ya Bajarê Helebê, Leyla Xalid nirxandin kir. Leylayê got:"Dewleta tirk bi şerê çekdarî tenê nikare bi ser bikeve. Ew ji bo berjewendiyên xwe hêzê ji aliyên emperyalist digire. Bi vî rengî siyaseta dagirkirinê dixe dewreyê. Lê li hember siyaseta dagirkeriyê wê gel bê bersiv  nemîne."   Pêvajoya siyasî ya dewleta tirk bandorên neyînî li ser her qadên jiyanê yên gelên li Kurdistanê û Tirkiyeyê dijî dike. Pêvajoya ku li ser esasên çareserî û berjewediya gelan nameşe di encamê de rê li ber çareseriyan digire. Têkildarî mijarê de Endama Komîteya Peywendiya Dîplomasiyê ya Bajarê Helebê, Leyla Xalid axivî. Leylayê bal kişand ser bandorên neyînî yên pêvajoya siyasî û wiha got:"Dema em li Kurdistanê û Tirkiyeyê dinêrin pêvajo li ser esasên berjewendiyan dimeşe. Ev yek jî dibe sedema kûrbûna pirsgirêkan. Niha bi hezaran girtiyên siyasî hene û ji bo rê li ber demokrasiyê vebe divê serbest bên berdan. Lê pêvajoya heyî ya siyasî destûrê nade vê yekê. Ev jî dibe sedema texrîbatên mezin."   'Bi hezaran girtî  di zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê de hene'   Leylayê diyar kir ku ger berjewendiyên gelan esas nê girtin ew ê pirsgirêk çareser nebin û wiha got: "Erdogan diktatorê duyem e piştî Sadam Husên, sîstema wî li ser esasê qirkirina gelan hatiya damezrandin. Erdogan dixwaze deshilatdariya xwe li ser tevahî Rojhilata Navîn mayinde bike. Ji bo wê jî kesên ku li hemberî diktatoriya wî disekinin bê deng dihêle  û tê binçavkirin. Bi hezaran siyasetmedar, zanyar, rojnemevan di zindanên Kurdistanê û  Tirkiyeyê de ne li beramberî vê yekê jî cîhan bê deng e."      'Lê têkoşîna Gelê Kurd a li dijî vê zihniyetê ew ê her dem bidome'   Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla bal kişand ser helwesta dewleta tirk a li Sûriyeyê û wiha got:"Dewleta Tirk di bin navê çeteyan de siyaseta xwe ya qirêj vedişêre û destê xwe li ser tevahî herêmên Rojhilata Navîn dirêj dike. Hevkariya Tirkiyeyê bi hemû hêzên çeteyan re heye. Ji çeteyên DAIŞ'ê em bigirin heta komên çete yên ku li Idlib, Cerablûs, Bab dimînin ev tê wateya ku Tirkiye bi serê xwe nikare şerê çekdarî li himber tu hêzê bike tim xwe dispêre  terefên din û di nav de jî xeyalên xwe yê Imparatoriya Osmanî dixwaze zindî bike. Lê têkoşîna Gelê Kurd a li dijî vê zihniyetê ew ê her dem bidome."      'Ew ê gel li dijî vê desthilatdariyê her li berxwe bide'        Leylayê qala hilbijartinên Stênbolê kir û wiha dewam kir: "Têkçûyina Erdogan a di hilbijartinên Stenbolê de tê wateya ku serweriya wî li ser herêmê nemaye ji bo wê jî Erdogan tengav dibe û êrîşî derdorê dike. Hilbijartinên Stenbolê careke din ew rûyê wan rast nîşan da ku her tim bi zext li ser gel de diçin û wan mecbûrî siyaseta xwe ya yekperest dikin. Ji bo wê jî encamên hilbijartinan qebûl nekirin û xwestin dubare bibe. Ev tevlîheviyên ku tên kirin gel li dijî wê nerazîbûna xwe nîşan dide. Êdî temenê  deshilatdariya Tirkiyeyê ber bi tunebûnê ve diçe. Ew ê gel li dijî vê desthilatdariyê her li berxwe bide."         'Di navbera Tirkiyeyê û çeteyan de wê nakokiyên mezin derbikevin'   Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bandorên aboriyê û wiha pê de çû: "Bajarê Stenbolê ji destê Erdogan û hikûmeta wî  AKP'ê derket ji bo wê jî aboriya wan di nava metirsiyekê de ye. Erdogan Stenbol wekî paytexta aboriyê didît rewşa wî ber bi aloziyê de diçe. Ew ê nakokiyên mezin  di navbera Tirkiyeyê û çeteyên wê de derbikevin. Ji ber bandora aboriyê wê li ser tevahî herêmê were kirin heta li ser alîkariya wî bi çeteyan re ev yek wê bandorek mezin çêbike û wê agirê şer li Tirkiyeyê vêxe."       'Li hember siyaseta dagirkeriyê wê gel bê bersiv  nemîne'   Leylayê herî dawî yekîtiya gelan nirxand û wiha got: "Îro Gelên li Tirkiyeyê jî ji siyaseta Erdogan ne razî ne. Êdî tehemula gel nemaye ew li benda çirûska şoreşê ne, hêviyên me jî di vî alî de hene ku em hemû Gelê Rojhilata Navîn bibin yek dest û rê li pêşiya deshilatdariya Tirkiyeyê bigirin. Li hember siyaseta dagirkeriyê wê gel bê bersiv  nemîne."