'Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li hember dagirkeriyê mezin bikin' 2019-07-05 09:02:05   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jinên ciwan ên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne di derbarê berxwedana xwe de axivîn û gotin: "Jinên ciwan hêviya civakê ne, em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin."   Li Efrînê berxwedanek mezin ji aliyê gel ve li hember êrîşên dewleta Tirk hat kirin û ev têkoşîn berdewam dike.  Jinên ciwan jî rolek mezin di hundir wê berxwedanê de lîstin. Piştî derketina gel ji Efrînê berxwedaniya wan li Şehbayê ji bo vegera Efrînê didome. Têkildarî mijarê de Jinên Ciwan ên ku li Şehbayê berxwedana xwe berdewam dikin nêrînên xwe parve kirin.   'Em hêviyê didin hemû gelên xwe'   Cemîle Muhemed li ser berxwedana jinên ciwan axivî û got: "Piştî êrîşa dewleta Tirk li Efrînê em koçberî Şehbayê bûn ji bo berdewamkirina berxwedana xwe. Li Efrînê jinên ciwan 58 rojan li hember dagirkeriyê berxwedana xwe domandin. Hêviya me ya ji bo vegera Efrînê tu carî bi dawî nabe. Ji bo vegera Efrînê, em jinên ciwan têkoşîna xwe ji aliyê, siyasî, aborî, şer, xwendin û nivîsandinê li hember dagirkeriyê mezin dikin."   'Em hêza xwe ji hêviya vegera Efrînê digirin'   Ceylan Elî bal kişand ser vegera Efrînê û wiha domand: "Em salek û nîv li Şehbayê berxwedan û jiyana xwe didomînin, dijminê me jî dibêje Efrîn a me ye, ne ya Kurda ye! Lê bila qet nefikirin Efrîn ji dagirkeran re dê bimîne, em îro li Şehbayê dijîn ji bo vegerin Efrînê. Em hêza xwe ji hêviya vegera Efrînê digirin, em jinên ciwan heta em dikarin em cihê xwe li her deverê digirin û xwe îsbat dikin. Heta kurdek li cîhanê heye wê Efrîn ya me be. Banga me li hemû jinên ciwan ên Sûriyeyê heye destên xwe bikin yek, ji bo vegera Efrînê."   'Bi perwerde û rêxistina jinan Efrîn wê bê rizgarkirin'   Rûjîn Bilko jî hestên xwe wiha vegot: "Heta em dikarin em ê berxwedana xwe li Şehbayê bidomînin, bi dagirkirina Efrînê aloziya Sûriyeyê her diçe kûrtir dibe. Em weke jinên ciwan em ê xwe perwerde û bi rêxistin bikin ji bo vegera Efrînê."