ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-05 09:00:00   *Jinên ciwan ên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne di derbarê berxwedana xwe de axivîn û gotin: "Jinên ciwan hêviya civakê ne, em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE   *Derbarê geşedanên ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê diqewime de Endama Komîteya Peywendiya Dîplomasiyê ya Bajarê Helebê, Leyla Xalid nirxandin kir. Leylayê got:"Dewleta tirk bi şerê çekdarî tenê nikare bi ser bikeve. Ew ji bo berjewendiyên xwe hêzê ji aliyên emperyalist digire. Bi vî rengî siyaseta dagirkirinê dixe dewreyê. Lê li hember siyaseta dagirkeriyê wê gel bê bersiv  nemîne." DÎMEN HEYE   * Asli Dogan a ku piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kir, pêvajoya grevê nirxand û got: “Vê berxwedanê nîvê sedsalê derbas kiriye. Her kesî li gorî hişmendî, nêrîn û keda xwe berxwedan mezin kir. Çavkaniya moralê berxwedana me ya îro, kevneşopiya berxwedana zindana mezin a Amedê ye."   *Li welat ji ber krîza aborî betalî zêde bû û ev jî rê li ber dizî û bikaranîna hişbirê ya ciwanan vedike. Jinên Amedê bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku sedema vê ne ciwan, dewlet e, divê demildest pêşî li vê bê girtin. DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Îlknur Şaybak da zanîn ku der barê pêngava ku meclîsa ciwanan daye destpêkirin ya ‘Nebe tiryak azad be’ ya li dijî fuhuş, hişbir û asîmîlasyonê hatiye destpêkirin, axivî û got di 7’ê Tîrmehê de li Orman Parkê bernameyekê pêk tînin û got divê hemû ciwan tevlî bibin. DÎMEN HEYE   * Serap Kaya diyar kir ku ji roja zewiciye rastî her cureyê şîdeta sîstematîk hatiye û got ji aliyê hevjînê xwe parêzer Huseyîn Ozot yê dest jê berdaye, hîna jî rastî tehdîdan tê.    *Ji bo Cahît Çobandede yê Sîbelcan Çobandede qetil kir, 3 sal şûnde muebeta giran hat dayîn. Dayika Sîbelêcan, Zozan Yilmaz cezayê hatiye dayîn nirxand û got: “Kujerê keça min 200 sal ceza jî bigire kêfa min nayê. Xwedî beriya bê qetilkirin tedbîr bihata girtin.” DÎMEN HEYE   *Mêrên ku beşdarî perwerdeya akademiya şehîd Şîlan Kobanê bûne gotin:"Jineolojî zanistek nû ye. Dema mêr di bin zanista jineolojî de perwerde bibin wê zîhiniyeta baviksalarî di civakê de tune bibe. Jineolojî zanista jin û jiyanê ye." DÎMEN HEYE   *Hulya Duman li Qoserê du roj berê ji aliyê Alî Aydin ve hewl hat dayîn bê qetilkirin. Hulya ji beşa lezgîn hat derxistin û birin serwîsa normal. Hulyayê diyar kir ku beriya hewldana qetilkirinê jî 4 caran daxwaza parastinê kiriye û got rojek beriya bûyerê hatiye tehdîdkirin û got: “Ger bê hiştin ez îcar parastina xwe ya cewherî bi kar tînin. Êdî bes e.” DÎMEN HEYE   *Ayşe Çatikaş û Sadiye Çatikaş ji xwe re kargehek vekirin û dest bi çêkirina nanê sêlê kirin. Li gorî Ayşe û Sadiyeyê, jin dema bixwaze dikare her karî bike, karê ku jin bikin mêr nikare bike û divê jin bi xwe bawer be, li ser lingê xwe bisekine. BI DÎMEN E