Komxebata Perwerdehiyê ya Rêveberiyên Herêmî dest pê kir 2019-07-04 15:18:34   WAN - Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê li Wanê dest pê kir. Di komxebatê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku jin dê ji rêveberiya herêmî re pêşengiyê bikin û dem dema jinê ye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê dest bi Komxebata Perwerdehiya Rêbeberiyên Herêmî ya Demokratîk, kir. Bernameya perwerdehiya komxebatê wê heta 7'ê tîrmehê bidome. Komxebatê bi beşa Perwerdehiya Jinan dest pê kir. Di komxebatê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir û hevşaredarên jin amade bûn. Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku ji ber malovaniya bernameyek wisa dike pir kêfxweş. Bedîa Ozgokçe Ertan anî ziman ku çiqas jin bên cem hev û bi hevre têbikoşin wê bibin heviya jinên bindest û rastî tundiyê tên."    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir jî anî ziman ku ji sala 1999'an heta niha 20 sal in şaredariyan bi rêve dibin û 20 sal cerebeyên wan ên rêveberiyên herêmî hene. Dîlan, anî ziman ku vîna ku Kurd xwe bi rêve bibin û têkoşîna azadiya jinê roleke pir girîng da ser xwe. Dîlan, da zanîn ku di sala 1999’an de bi 4 şaredarên jin dest bi rêveberiyên herêmî kir û di sala 2014'an de bi 102 Hevşaredarên Jin pergala Hevşaredariyê xistin meriyetê û wiha got: "Di vê pergala hevserokatiyê de keda hezaran jin heye. Cerebe û keda tevgera jina Kurd, tevgera jinên cîhanê û jinên femînîst heye. Pergala hevserokatiyê di heman demê de di dîroka têkoşîna jinê de destkeftiyek girîn e."   Piştî axaftina Dîlanê komxebat ji çapebeniyê re girtî berdewam kir.