Kongreya Star: Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dewamiya êrîşên li ser Efrînê ye 2019-07-04 14:05:12   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Efrînê êrîş û gefên ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi daxuyeniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê berdewamiya êrîşên li ser Efrînê ye    Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê li kampa Serdemê ya Şehbayê  bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava hat şermezarkirin. Bi tevlîbûna hemû jinên ku cihê xwe di Meclîs, Komîn û Saziyên girêdayî Rêxistina Kongreya Star de digirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên têkoşerên Sivîl a berxwedana serdemê hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Rûken Fewzî Mustefa ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Li ser navê Kongreya Star em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet herêma parastinên medya, şermezar dikin. Di encama van êrîşan de gelek sivîl şehîd ketin. Tu aliyan helwest nîşan neda ku pêşiya êrîşên li ser Başûr û Rojava bigirin.    Domandina êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ew di nava planên dagirkeriya nû de ne û berdewambûna êrîşan ji bo qirkirinê ye. Bi êrîşên li ser Efrînê Gelê Kurd hat qetilkirin. Niha bi van êrîşên nû dixwazin komkujiyên nû pêk bînin. Dixwazin projeya netewa demokratîk têk bibin. Lewma em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê û saziyên qanûnî dikin ji bo berpirsiyariyên xwe li hember van êrîşên hovane bînin cih.   Em weke jin bêdengiya dewletên Navnetewî şermezar dikin, em banga xwe li hemû gelên herêmê bi taybetî jinan dikin ku em bi hev re li dijî dagirkerî û qirkirinê bisekinin û bersiva van êrîşan bidin û destê xwe bikin yek li hember fermandarên bi dewleta Tirkyê re hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Gelê Kurd", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.