'Ez li dijî zihniyeta baviksalarî têdikoşim' 2019-07-04 09:03:04   Berçem Cûdî    KOBANÊ - Endama Kongreya Star  Edlê Bekî ya ji Kobanê têkildarî têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî axivî. Edlê diyar kir ku têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî ji bo siberoja civakê xalek girîng e û wiha got:"Ji ber ku min nexwest mêrek jiyana min bi rê ve bibe, min riya azadiyê hilbijart û li dijî zihniyeta baviksalarî her têdikoşiyam".    Endama Kongreya Star Edlê Bekî ya 39 salî ji Kaniya Kurdan a Kobanê ku bi salan e li dijî zihniyeta baviksalarî li ber xwe daye behsa çîroka xwe ya têkoşînê kir. Edlêya ku di malbatê de 2 xwişk û 7 birayên wê hene ji 17 saliya xwe heta niha di nava xebatan de bi awayekî çalak cihê xwe digire. Edlê got:"Ez ne poşman im ku bi salane dixebitim. Xebat û têkoşîn mirovan pêş dixe."   'Min sînorên koletiyê şikandin'   Edleyê di destpêkê de bal kişand ser naskirina rêxistinê re û wiha got: "Ez di nava malbatek welatparêz de ji dayik bûme, ji ber vê yekê jî min rêxistin di temenekî civan de nas kir. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo her tişt ji min re nû dihat. Min rêxistin bi hevjîna apê xwe re nas kir, ji ber ku wê her tim ji min re behs dikir. Berê di civakê de dema jinek bi serê xwe derketa û kar bikira ecêb dihat dîtin. Ji ber vê jî her tim malbata min ji min re digotin, tu jin î nabe tu derkeve derve. Lê hemû axaftinan jî bandora xwe li ser min nedikir. Min têkoşîna li dijî zihniyeta civakê dikir û min dikaribû bû ez sînorên ji bo min hatine danîn bişkînim."    'Xeyalên min ji zewacê mezintir bûn'   Edleyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên zewacê kir û wiha dewam kir: "Her kesî ji min dipirsî digotin tu çima nazewice? Cêwiya min zewicî, ji ber vê jî gelek zext li min jî dikirin ku ez jî bizewicim, lê ji biçûkaniya xwe de min tu carî xeyalên xwe li ser zewacê nedihonand. Daxwaza min ew bû ku ez azad bifikirim û bijîm. Min didît ku gelek jin di jiyana xwe de, ji aliyê bav, dayik, bira, xwişk, hevjîn, xwesî û xezûr ve bi zextan rû bi rû tên hiştin. Min qebûl nedikir ku mêrek jiyana min bi rê ve bibe, ji ber vê jî min ev rê hilbijart."   'Rêber Apo çavkaniya hêza min e'   Edleyê diyar kir ku pêşengê hêz û îradeya wê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê ku herî zêde di têkoşîna min de îlham da û hîna jî dide min, Rêber Apo ye. Ji ber ku wî hemû derfetên pêşketin û zanebûnê li pêşiya me vekir. Rêbertî dibêje 'Heta jin azad nebe civak jî azad nabe' . Em dibînin ku Rêber Apo cuda ye, ew di felsefe û nêrînê xwe de her tim jinan dide pêş. Ji ber vê jî weke jin em deyindarên Rêberê xwe ne, ji ber ku em di encama keda wî de gihaştin vê astê. Ez tu carî poşman nabim, ji ber ku min riya xwe nas kir û azadî hilbijart û li dijî koletiyê têkoşîna xwe berdewam dikim."