Li Cizîrê dê ‘Komîsyona Têkoşînê ya li dijî Tiryakê’ ava bibe 2019-07-03 16:55:23   ŞIRNEX - Meclîsa Şaredariya Cîzîrê ya HDP’ê, di civîna xwe ya meha tîrmehê de, biryar da ku “Komîsyona Têkoşînê ya  li dijî Tiryakê” ava bike. Endamên meclîsê yên AKP’î  peşniyar rêd kirin.    Meclîsa Şaredariya Navçeya Cizîr a Şirnexê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, civîna xwe ya meha tîrmehê li dar xist. Civîn di serokatiya Hevşaredarên Cizîrê  Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirîg de hat lidarxistin. Di civînê de mijarên guhertina hin avahiyan û tiryaka li bajêr di demên dawî de zêde bûyî hatin nîqaşkirin.    Di dema nîqaşan de, encamên meclîsê, pêşniyar kirin ku “Komîsyona Têkoşînê ya li dijî Tiryakê” bê avakirin. Pêşniyar di dengdanê re hat derbaskirin û bi yek dengî hat qebûlkirin. Komîsyo dê ji 5 kesan pêk were. Balkêş bû ku endamê AKP’î yên di meclîsê de, ji bo avakirina komîsyonê dengên red bi kar anîn!