'Wêne êş, berxwedan û tekoşîna jinan vedibêje' 2019-07-03 12:34:58   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Jinên ku beşdarî pêşengeha "Kêliyên Berxwedanê" ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a li Şehbayê bûn axivîn û gotin: "Xwendekar êş, berxwedan û tekoşîna jinan bi rêya wêneyan ji civakê re vedibêjin."   Tevgera Xwendekarên Demokratîk di 1'ê Tîrmehê de pêşengeha bi navê ”Kêliyên Berxwedanê” ya wênexêzkirinê li navenda Çand û Huner a Navçeya Fafîn a Şehbayê li dar xistibûn. Endamên Meclîs û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrîn û Şehbayê beşdarî pêşengehê bûn. Jinên ku tevlî pêşengehê bûn nêrînên xwe parve kirin.    'Xwendekar wê berxwedana xwe bidomînin heta vegerin Efrînê'   Sîdra Memo li ser girîngiya pêşengehê axivî û wiha pê de çû: "Xwendekarên Efrînê bi rêya xêzkirina wêneyan êş û berxwedana Efrînê derdixînin holê, ji ber vê yekê me pêwîstî bi vekirina pêşengehê dît. Xwendekar her tim hewil didin berxwedana xwe mezin bikin. Di Efrînê de xwendekaran berxwedan kir, îro jî eynî berxwedan li Şehbayê dikin ji bo vegera Efrînê mîsoger bikin."   'Berxwedan, têkoşîn û êşa jinê bi rêya wêneyan vedibêjin'   Ji Rêveberiya Jinên Ciwan, Hêva Mûsa li ser hêviyên xwendekaran axivî û got: "Ev pêşengeh li ser jinan hatiye çêkirin, xwendekaran jiyana jinê û zilm û desthiladariya ku tê de derbas buyê û berxwedana jinê ya li hember zilmê bi rêya wêneyên xwe anîne ziman. Em bi hêvî ne xwendekarên me bi wêne û xeyalên xwe vegera Efrînê nêz bikin."   'Xwendekar hêviyên civakê ne'   Mamosteya Ayşe Xilo jî axivî û got: "Dema em derbasî pêşengeha "Kêliyên Berxwedanê" bûn me hêvî û kevneşopî di wêneyan de dît, em spasiya hemû xwendekarên ku rastiya jiyanê derxistine holê dikin. Jin xêz kirine û berxwedana wê derxistine pêş, ev jî cihê pêşketin û berxwedanê ye. Xwendekar hêviyên civakê ne."