'Jina kurd xwedî bawerî û îrade ye û Şoreşa Rojava pêk anî ' 2019-07-03 10:45:34   QAMIŞLO - 2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhealtê Sûriyeyê bi axaftinan didome.   2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê li navena Aram Tîkran a Çand û Hunera bajarokê Rimêlanê ya Kantona Qamişloyê ku bi dirûşma" Rêxistinkirina Ewlekariya Hundirîn ya Jinê Misogeriya Parastina Azadiya Jinên Bakûr û Rojhelatê Sûrî", dest pê kiribû, bi axaftinan didome.   'Jina kurd xwedî bawerî û îrade ye û Şoreşa Rojava pêk anî '   Li ser navê Desteya Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê Hêvî Mihemed axivî, Hêvî Konferans li tevahî jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê û hêzên Ewlekariyê pîroz kir û wiha dom kir: "Jina kurd di Şoreşa Rojava de bi nasname û hebûna xwe cihê xwe di tevahî qadan de girt û beşên xweyî parastinê ava kir û xwe bi rêxistin kir. Ev yek jî bi saya îdeolojiya azadiya jinê ya ku Rêber Apo diyarî  jinê kiriye, pêk hat. Jina kurd xwedî bawerî û îrade ye û Şoreşa Rojava pêk anî. Ev şoreş niha jî didome û berhemên xwe dide."   'Tevahî jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bûne yek dest, yek îrade û yek hêz'   Hêvî bal kişand ser bandora têkoşîna jinên kurd a li tevahî neteweyên li Sûriyeyê û got: "Di demek kin de jinên Kurd hêza parastinê da avakirin, bi hêz û îrade beşên xwe ava kir û xurt kir, bandora têkoşîna wan li tevahî netewên Sûriyeyê hat kirin, ku îro tevahî jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bûne yek dest, yek hêz, yek îrade û li dijî teror û dagirkeriyê disekinin."   'Divê hêza jinê ya parastinê tevlî civînên çareseriya siyasî bibe û rol bilîze'   Hêvîyê da zanîn ku rola hêza ewlekariyê sereke ye di çareseriya siyasî de û divê rolek pêşeng bê lîstin û got: "Bidawîbûna Çeteyên DAIŞ'ê li herêmên me û destpêkirina pêvajoya sîyasî, divê jin bêtir cihê xwe di civînên Çareseriya Sîyasî de bigirin. Ji ber jin nirx, destekftî, edalet û demokrasî ne. Dê soza bi şehîdan re bê parastin û dagirkeriya Tirk a li ser herêmên me bi hêza jinê bi dawî bibe. Di tunekirina şaneyên DAIŞ'ê erkek pir mezin a hêza asayîşê heye. Li gorî şert û mercên pêvajoyê xebat pêwîst e. Armanca vê konferansê xwedîderketina soza şehîdan û xurtikirina têkoşîn û rêxistinê ye. Bijî jina Azad."   'Di Rojhelata Navîn de Şoreşa Jinan a Rojava pîroz e'   Her wiha li ser navê Tevgera Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî, Mizgînê 2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Ji bo em xwe ji nû de bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin ev konferans girîng e.  Di demek hesas ku ji her aliyekî êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê heye, gavên di Konferansê de werin girtin girîng in. Rastiyek şoreşa Rojava a cuda heye, di Rojhelata navîn de şoreşa jinê cuda û pîroz e. Ji ber di pirojeya Netewa Demokratîk de jin pêşeng û rola bingehîn di tevahî beşan de dilîze."   'Parastina jinê hêviya tevahî jinan e'   Mizgînê di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Di şorşa Rojava de piştî Hêzên YPJ/YPG'ê hêzên Asayîşê hatin avakirin û bûn hêvîya tevahî jinên ku bi salan lêgerîna azadiyê dikin. Îro ev hêz hêvî û parêzvanên tevahî jinan e. Ji bo avakirina kesayetek nû, azad, pêşeng di nav jinên asayîşê de, rêxistinkirin û perwerdekirina civakê girîng e. Roleke girîng a jinên asayişê di nava civakê de hene. Di vê konferansê de tecrubeya 7 sala heye. Em ê her xwedî helwest bin heta Kurdistanek azad û Sûriyek demokratîk ava bikin."   Her wiha Kongereya Star diyariyek diyarî hêzên ewlekariya Hundirîn a jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê kir.   Konferasans a niha bi temaşekirina sineviziyonê ya li ser xebatê Hêzên Ewelekariya Hundrîn a Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê didome.