2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê dest pê kir 2019-07-03 09:20:28   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Rêxistinkirina Ewlekariya Hundirîn ya Jinê Misogeriya Parastina Azadiya Jinên Bakûr û Rojhelatê Sûrî", 2'emîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê dest pê kir.   Îro li navena Aram Tîkran a Çand û Hunera bajarokê Rimêlanê ya Kantona Qamişloyê, 2'emîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bi dirûşmeya" Rêxstinkirina Ewlekariya Hundirîn ya Jin Misogeriya Parastina Azadiya Jinên Bakûr û Rojhelatê Sûrî", dest pê kir. Bi tevlîbûna 300 delegeyî ji tevahî netewên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, her wiha Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Kongreya Star, sazî û dezgehên sivîl, Saziya Malbatên Şehîdan beşdar bûn. Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   Hola Konferansê bi wêneyên tekoşerên jin, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û pankertên bi nivîsên" Jina herî xweşik jina azad dijî ye"," Bi hest û ramanên azad em ê ewlehiya civakê pêk bînin"," Tundiya li dijî jinê kuştina nirxên civakê ye em ê nirxê xwe biparêzin", hat xemilandin.   Bernameya Konferansê wiha ye: Li ser navê Desteya Hundirîn ya Ewlekariyê, Kongreya Star, Hikumetê wê axaftin were kirin. Paşê dîwan ji 3 heta 5 kesan dê pêk were, her wiha sineviziyon li ser xebatê Ewlekariya Hundirîn a jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê dê were pêşkêşkirin. Perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser parastinê dê werin xwendin. Rapora du salan wê were xwendin û bê nîqaşkirin. Rêziknameya Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê wê were xwendin û bê nîqaşkirin. Herî dawî dê nîqaş ji bo logo were kirin û biriyar werin girtin.   A niha konferans bi axaftinan didome.