'Em dayikên Efrînê ne em ê her dem li berxwe bidin' 2019-07-03 09:04:25   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Dayika bi navê Fatima Sîdo ya ji Navçeya Bilbilê ya Efrînê li ser hevdîtina wê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî û got: "Em dayikên Efrînê ne em ê her dem li berxwe bidin. Em ê bi fikrên Rêber Apo her berxwedana xwe bidomînin."   Jina bi navê Fatima Sîdo ya ji Navçeya Bilbilê ya Efrînê ya 75 salî ye 4 caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye. Fatima derbarê dîtina Abdullah Ocalan de wiha got:"Nêrîn û felsefeya Rêber Ocalan ji bo jiyanek azad gelekî girîng e. Em jî li gor fikrên wî berxwedana xwe dewam dikin."   'Gotinên Rêber Apo di bîra min de ye'   Fatimayê wiha got:"Ez û kurê xwe çûn gel Serok Apo, axaftina ku bi me re kir heya mirinê wê ji bîra min neçe. Her tim dengê wî di bîra min de ye. Gotinên Rêber Apo di bîra min de ye. Gelek tiştên ku rê li azadiyê vedike digot. Serok Apo ji me re got em ê bi yek destî û bi yek fikirî jina bindest azad bikin. Em dayikên Efrînê ne em ê her dem li berxwe bidin. Em ê bi fikrên Rêber Apo her berxwedana xwe bidomînin. Nêrîn û felsefeya Rêber Ocalan ji bo jiyanek azad gelekî girîng e. Em jî li gor fikrên wî berxwedana xwe dewam dikin."   'Ji bo azadiya Gelê Kurd kurê min Şehîd ket'   Fatimayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Min dixwest careke din Serokê xwe bibînim. Heta ku ew azad nebe em ê li berxwe bidin. Têkoşîna me ya ji bo azadiyê Rêberê me û Gelê Kurd ew ê bidome.  Ji bo azadiya Gelê Kurd kurê min Şehîd ket. Ez bi wî serbilind im. Heta dawiyê em ê fikrên Rêberê xwe esas bigirin û ji bo azadiya welatê xwe li berxwe bidin."