Jinên li Wanê: Divê Salîh Akman ê AKP'î ji hemû jinan lêborînê bixwaze 2019-07-02 16:45:54   WAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê li Wanê bertek nîşanî Salîh Akman ê AKP’î dan û diyar kirin tu carî heqaretên Salih Akman ê AKP’î qebûl nakin divê ji hemû jinan lêborînê bixwaze.   Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Tûşba yê Wanê Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz di hilbijartina 31'ê adarê de ji sedî 52 dengan habitûn hilbijartin, lê Desteya Hilbijartina Bilind bi hinceta bi KHK’ê hatin îxraç kirin, mazbata her du hevşaredaran dabû Salih Akman ê AKP’î. Di civîna meclîsê ya duh hat lidarxistin de, Akman ê AKP’î heqaret li hevşaredar Ayşe Mînaz kir.    Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê bûyerê de, li avahiya partiyê daxuyanî da çepmeniyê û bertek nîşan da. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û gelek endamên meclîsa jinê tevlî civîna çepemeniyê bûn. Li ser navê jinan Hatîce Kiye daxuyanî da.    Hatice, bal kişand ser polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinan ên desthilatdariya AKP’ê û wiha axivî: “Em weke meclîs jinê tu carî heqaretên Salih Akman ê AKP’î qebûl nakin. Di şexsê hevşaredara me ya hat hilbijartin de, divê ji hemû jinan lêborînê bixwaze.”