Li Girtîgeha Şakranê dest dan ser alavên girtiyan 2019-07-02 14:32:58   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakrana Aliagaya Îzmîrê gardiyanan dest dan ser alavên girtiyan.   Hat hînbûn ku do di saetên serê sibehê de li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Şakrana Aliagaya Îzmîrê gardiyanan girtine ser koguşên girtiyan û dest dan ser alavên girtiyan. Gardiyanan dest dan ser radyo, name, pirtûk û rojnameyên girtiyan. Li gor agahiyên malbatên girtiyan dan gardiyanan alavên girtiyan avêtiye erdê.    Her wiha hat hînbûn ku tenê 4 tşortan didin girtiyan û hevdîtinên bi îdareya girtîgehê tê kirin, bê encam dimîne.