ROJEVA 2 'YÊ TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-02 09:00:00   * Bi pêşengtiya Kongreya Star a Taxa Şêx Meqsûdê, ji bo jin bikaribin di warê aboriyê de li ser piyên xwe bisekinin, projeya Çayxaneya Telit Heleb hat avakirin. Jinên ku di nava vê projeyê de cihê xwe digirin wiha gotin:"Çayxaneya Telit Heleb ji bo pêşxistina di aliyê aboriya jinê de gaveke mezin e. Ev proje cara yekem tê avakirin ev jî cihê şanaziyê ye." DÎMEN HEYE   * Piştî şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cara yekem di sala 2018’an de bi navê Keskesora Alan Hêlîna zarokan li herêma Firatê di bin banê Weqfa Jina Azad de hate vekirin. Ji Rêveberiya Weqfa Jina Azad Zozoan Misto derbarê mijarê de axivî. Zozanê got:" Hemû zarok ji bo me yek in. Em hemû zarokan diparêzin. Keskesora Alan cihê wekheviya zarokan e." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cîh bûne li ser kiryarên dewleta Tirk axivîn û gotin: "Em jinên Efrînê ne dagirkerî û ne jî desthiladariyê qebûl nakin. Em ê li dijî dagirkerî, desthilatdarî û neheqiyê her dem li berxwe bidin."  DÎMEN HEYE   * Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan cara yekem perwerdeya zarokên têkoşerên azadiyê  li Kantona Şehbayê hat dîtin û bi şahiyekê bi dawî bû. Zarokên têkoşeran hestên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê û desthiladariyê bidomînin."  DÎMEN HEYE   *Li Mêrdînê di mehên havînê de piştî nok û genim niha jî çapa berhemên wek zebeş û petêxan dest pê kir. Jin li ser erdan çapê dikin û nêzî du meh şûnde wê zebeş bên komkirin. DÎMEN HEYE   *Fatma Oguz ya astengdar ku li gundê Yenîbahçe li daristanekê ya Sîlîfkeyê li nêzî 50 pisîkî dinêre, diyar kir ku tevî hemû zehmetiyên jiyanê ji bo pisîkê xwe her tiştî dike. Fatmayê bi taybet bang li hezkiriyên sewalan kir û hem ji bo xwe hem jî ji bo pisîkê xwe banga alîkariyê kir.   *Hunermenda Seramîkê Tugba Er bi xebata ‘Di portreya jinan a AGENA ya çûkan’ perwerda hunerê da wênexêzên biçûk û bi vê pêşangeh vekir. Pêşangeh armanc dike ku di mijara azadî û jinê de hişmendiyê bide afirandin. DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê li hember Herêma Federal a Kurdistanê pêk aniye, bi armanca tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û guhertina demografîk e û got divê hemû kes li dijî van operasyonan yekitiya hêzê ava bike.  DÎMEN HEYE   *Seroka Giştî ya ESP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku beramberiya AKP’ê li cem kedkar, ciwan û aliyên perwerdekirî nemaye û got: “Burjuva normalbûnê dixwaze. Lê ev nolmalbûn xîtabê gelê kedkar û bindestan nake. Hewcedarî bi çareseriyên cudatir heye. Ji ber vê hewcedarî bi guherînê heye.”DÎMEN HEYE   *Li Enqereyê Mîhrîcana Keda Jinan pêk hat û jinan di mîhrîcanê de stand vekirin û berhemên xwe pêş kêş kirin. Jinan diyar kirin ku hilberandin wan kêfxweşdike û bang li hemû jinan kirin ku tevlî hilberînê bibin. DÎMEN HEYE