Kurdên Lubnanê Zîlan bi bîr anîn 2019-07-01 12:13:20   BEYIRÛT - Bi boneya 24'emîn salvegera têkoşer Zeynep Kinaci (Zîlan), kurdên Lubnanê çalakiya bîranînê li dar xistin.    Li Lubnanê bi pêşengtiya Tevgera Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û bi tevlîbûna bi sedan ji endamên sazî û dezgehên sivîl, Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30'ê Hezîrana 1996'an  de li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anî bi bîr anîn.   Cihê avahiyê bi wêneyên têkoşer Zîlan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, hat xemilandin.  Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin.    'Zîlan çirûska azadiyê ye'    Endama Rêveberiya Komeleya Newroz Henan Osman axaftin kir û bal kişand ser jiyana  Zîlan û wiha got: "Destpêkê em bi dilekî germ têkoşera azadiyê bi bîr dixin. Şehîd Zîlan jineke bi hêz û heybet bû. Kesayeta jina zengîn bû, ji bo wê jî koletî qebûl nedikir û xwest ji bo doza gelê xwe jiyana bi rûmet bide afirandin. Mirovên wekî me jî ji lehengên mîna Zîlanan fêrî wateya jiyana rast dibin û naskirina me ji nirxên azadiyê re çêdibe, ji bo wê jî em dibêjin Zîlan çirûska azadiyê ye."   'Zîlan pêşenga doza azadiya jinê ye'    Endama Rêveberiya Kongreya Star Melak Hesen da zanîn ku divê asta têkoşînê xurtir bibe û wiha got: "Her sal em van kesayetên pîroz bi bîr tînin. Hezkirina lehengên wekî Zîlanan her deqe di dilê me de mezin dibe û agirê şoreşê geş dikin. Ji bo wê jî eger em bixwazin bibin layiqî lehengên xwe divê em hemû bi hev re şopedarê doza wan bin heta em azadiya tevahî gelê xwe bi dest bixin."    Paşê koma "Welatê rojê" çend starên gelêrî li ser têkoşer Zîlan gotin. Her wiha koma "Rustem Cûdî" ya şanoyê şanoyek li ser jiyana têkoşer Zîlan  û çalakiya wê yî fedayî pêşkêş kirin.   Çalakî bi dirûşmeya "jin jiyan azadî", "şehîd namirin" hat bi dawîkirin.