ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-01 09:00:00   *Li Tirkiyeyê yêkem koma werzîşa xwezayî ya jinan bi wargehên werzîşê dest xebatên xwe kir. Têkîldarî wargehên werzîşê seroka komeleyê Gul Soydan axivî.  BI DÎMEN   *Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Cîger dagirkeriya Başûr û hevkariya Hikûmeta Îraq û başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re her wiha neqebûlkirina Rêjîma Sûriyeyê ya ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  nirxand. DÎMEN HEYE   *Serokê Şaxa Velî-Der a Bucayê Gulşen Candemîr, diyar kir ku ji bo qursên Kuranê yên Wezareta Karê Diyanetê tevlîbûna 200 hezar zarokî tê hedefkirin û got malbat perwerdeya zanistî dixwazin lê dewlet zarokên ku serî ditewînin û lêpirsînê nake armanc dike. DÎMEN HEYE   *Li Qoser a xwedî axeke dewlemende, bi sedan donim erdên çandiniyê ji aliyê qeyûm ve ji îmarê re hatiye vekirin.   * Cîgira Hevseroka giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu pêvajoya dawî ya siyasî nirxand û got fikrên Abdullah Ocalan bi siyaseta Tirkiyeyê bîhnê dide girtin û got operasyona li dijî Îranê parçeyeke polîtîkaya şer a qirêj e, ev êrîşên li hemberî tunekirina têkoşîna azadiya Kurd e.   *Ava Spî ya di navbera riya Mîdyat û Nisêbînê de ye, di bin navê turîzmê de dikin qurbana kanên keviran yên kaçax.DÎMEN HEYE