'Perwerde bîngeha avakirina kesayeta jina azad e' 2019-06-30 15:46:27   HELEB - Kongreya Star perwerdeya xwe ya li akademiya bi navê Şehîd Têkoşîn Azad bi şahiyekê bi dawî kir.   Kongreya Star li  taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê perwerdeya birdozî  ya dewreya Têkoşîn Azad ku dabû destpêkirin bi şahiyekê bi dawî kir. Ev perwerde 20 rojan berdewam kir. Bi taybet jinên ku di komun, şaredarî û saziyên wekî din  de cîh digirin tevli perwerdeyê bûn. Mijarên perwerdeyê; Civaka Xwezayî, Girîngiya perwerdeyê, Dîroka jinê, Netewa demokratîk, Jineolojî, Parastina rewa, Rastiya Serokatî, Ûslub û xîtabet, Çand û exlaq û Pergala Kongreya Star bûn.    Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Şevîn Delal axivî û wiha got: "Divê em jin hemû xwe perwerde bikin, ji ber civak bi destê jinê hatiye avakirin. Ji bo wê jî pêwiste jin werin perwerdekirin.  Perwerde bingeha avakirina kesayeta jina azad e."      'Perwede weke nan û avê  girîng e ji mirovan re'    Yek ji endamên ku tevlî perwerdê bû Fatma Mustafa Koşan jî da diyarkirin ku  ji bo mirov bijî çawa nan û av girîng e, perwerde jî girîng e û wiha pê de çû: "Divê hemû jin di perwerdeyê re derbas bibin.  Min di perwerdê de pir tişt girt û rastiya jinê nas kir. Rêber Apo rêya azadiya jinê nîşan da, divê em jî laîqÎ vê mîrasê bin.  Ji ber KU şoreşa me şoreşa jinê ye.  Şahî bi stranan bi dawî bû.