'Ger tecrîd bi dawî bibe dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin' 2019-06-30 09:05:09   Almaz Nayif-Nesrin Hesin    ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê, êrîşên li ser Başûr û şewata zeviyan de axivîn. Jinên Şengalê gotin:"Tecrîd û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi hev re girêdayîne. Ger tecrîd bi dawî bibe dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Şewata zeviyan yek ji pirsgirêkên sîstematîk e."   Jinên Şengalê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê, êrîşên li ser Başûr û şewata zeviyan de axivîn. Jinên Şengalê bal kişandin ser pirsgirêkên ku tên jiyîn û wiha gotin:"Pirsgirêkên hevpar ancax bi rêya diyalogê bê qedandin. Ji bo pirsgirêk biqedin rola Rêber Apo girîng e."   'Divê em li dijî polîtîkayên KDP'ê bêdeng nemînin'   Jina bi navê Meya Xwededa wiha got:"Dewleta tirk ji bo hevdîtinên bi rêberê me derfet ava kir. Lê ev yek têrê nake. Xwesteka me ew e ku Serok Apo ji zindanê bê derxistin. Her wiha êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin jî em bi zimanekî tund şermezar dikin. Divê em li dijî polîtîkayên KDP'ê bêdeng nemînin. Divê em xwe bêtir bi rêxistin bikin."   'Ger tecrîd bi dawî bibe dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin'   Jina bi navê Perîşan Şemo jî wiha got:"Bi saya Serok Apo em ji qirkirinek mezin rizgar bûn. Ji bo aştî pêk were divê Rêber Apo bê rizgarkirin. Me piştî 3'ê Tebaxê gelek zehmetî kişand. Tevî vê yekê zeviyên me tên şewitandin. Ji aliyê kesên nediyar ve taba me bi erdê diteqînin. Her wiha di encama êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek nayê qebûlkirin. Tecrîd û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi hev re girêdayîne. Ger tecrîd bi dawî bibe dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Şewata zeviyan yek ji pirsgirêkên sîstematîk e. Pirsgirêkên hevpar ancax bi rêya diyalogê bê qedandin. Ji bo pirsgirêk biqedin rola Rêber Apo girîng e."