ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-30 09:00:00   *Hevserên hevdu, Xalîse Îzo û Mihemed Xidir Îzo bi hev re çandiniyê dikin û bi vî awayî debara xwe dikin. Xalîse û Mihemed derbarê kar û xebatên xwe de gotin:"Ked û xebata hevpar jiyanê xweştir dike. Ya girîng ew e ku jin û mêr bi hev re bixebitin û rihê jiyana hevpar bi hev re şênber bikin." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, di derbarê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: "Em li ser fikir û felsefeya Serok Apo xwe pêş dixînin.” DÎMEN HEYE   * Li dijî bişavtin, dejenerebûn û fuhûşê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Cizîrê turnuvaya futbol û voleybolê li dar dixe. Turnuva dê di 5'ê tîrmehê de dest pê dike. DÎMEN HEYE   *Li Tirkiyeyê aloziya aborî her ku diçe kûr dibe, Jinên ku li Wanê dijîn bertek nîşanî buhabûnê dan û gotin gel her roj xizan dibe, divê pirsgirêka aloziya aborî bê çareserkirin. DÎMEN HEYE   *Hemşîre Sevgul Tekîn, li dijî êşa dema renglê tiştên divê bên kirin vegot û diyar kir ku jin ji ber ku der barê dema reglê de xwedî agahiyên kêmin, bi gelek nexweşiyan re tên rû hev û ji ber vê jî perwerdehî şert e.   *Li Şemrexê, xebatên kargeriya madenê ya aydê Etî Bakir A.Ş’yê xebatên kolandinê ya li ser erdê gundiyan didomîne. Li qadê tabeleya ‘qada şantiyê ye’ hat daliqandin û gundiyan diyar kirin ku çûyîna ser erdê wan li wan hatiye qedexekirin. BI DÎMEN   Lîstikvanên Tîma Futbolê ya 1955 Batman Belediyesporê piştî 5 salan şûnde wek şampiyon derket lîga jor. Demek berê lîstikvan  li Qeyseriyê bi hinceta Kurdî axivîn, rastî êrîşa nîjadperest hatin û bersiva herî baş jî bi şampiyoniyê dan.   *Jinên Şengalê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê, êrîşên li ser Başûr û şewata zeviyan de axivîn. Jinên Şengalê gotin:"Tecrîd û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi hev re girêdayîne. Ger tecrîd bi dawî bibe dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Şewata zeviyan yek ji pirsgirêkên sîstematîk e." BI DÎMEN