Deklerasyona 305 saziyan îmze kir: Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e 2019-06-29 14:35:05   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê bi îmzeya 305 saziyan ji bo pêvajoya demokrasî û aştiyê dest pê bike, deklerasyonek aşkere kir. Di deklerasyonê de wekî navnîşana çareseriyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat nîşandan. Her wiha hat diyarkirin ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi aştî û demokrasiyê heye.    Platforma Ked û Herêmê li Eywana Resepsiyonê ya Sumerparka Navçeya Yenişehîra Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Platforma Ked û Demokrasiyê bi îmzeya 305 saziyan ji bo pêvajoya demokrasî û aştiyê dest pê bike, deklerasyonek aşkere kir. Li eywana ku daxuyanî hat dayin pankarta "Ji bo jiyanek bi rûmet aştî" hat daliqandin. Gelek endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê, Dogan Hatun axivî.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Mixabin li Tirkiyeyê  û li cîhanê ji ber şerên aborî, çandî, olî, nijadî , hwd. jiyaneke hevpar a li ser bingeha maf û azadiyê nayê jiyandin. Tirkiye bi vê pêvajoya neyînî ya cîhanê re di serî de ji ber inkar û pişaftina li ser Pirsgirêka Kurd  her ku diçe, paş ve diçe. Tevî vê jî ber bi desthilatbûnê ve diçe. Di bingeha xwe de ev qeyraneke mirovahiyê ye. Di encama vê de jî di serî de  li Tirkiyeyê  û li hemû cîhanê pevçûn û tundî weke riya yekane li ser gelan tê ferzkirin.     Tirkiye bi van polîtîkayên neolîberal dixwaze modernîteya kapîtalîst li herêmê û rojhilata navîn bide domandin û hîn kûrtir bike. Em di wê baweriyê de ne ku li hember van hemû zîhniyetan tekoşîna maf, wekhevî, demokrasi û azadiyê divê bê dayin. Di van rewşan de li hember tundiyê  derketin û xwedîderketina li têkoşîna ji bo demokrasîyê berpirsiyariya hemû saziyan e.   Ancax bi demokrasiyê gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dikarin bi ser bikevin. Em di vê baweriyê de ne ku gelên me hemî jiyaneke bi rûmet heq dikin û ev jî ancax dikare bi rê û rêbazên  aştiyane û bêyî tundiyê pêk were. Ku ev nebe em dibînin ku; şer, pevçûn û qeyran her ku biçe dê kûrtir bibe.    Berpirsiyariyeke me yek wisa heye ku divê em xerabiyê nepejirînin û başiyê bidin ber xwe. Li ser vê em bawer dikin ku; hemû hêzên  li alî demokrasî wekhevî û azadiyê ne; rewşenbîr, nivîskar, saziyên sivîl, jin, ciwan û rûsipî dê vîneke wisa derxin holê, tekoşînê bidin û dê bi ser bikevin. Weke rêxistinên sivîl ên civakê me her dem di vê tekoşîna aştî û azadiyê de  gelek bedel dane. Lê belê van  bedelan ji bo tekoşîna aştî û azadiyê em hîn bibiryartir û xurtir kirine. Bi vê re em dibên ku têkoşîna ji bo aştiyê pîroz e.   Di vî warî de tê xuyakirin ku bi van riyên tekane ev pirsgirêk nayin çareserkirin. Bi têkoşîna bi rêbertiya hevseroka KCD’ê Birêz Leyla Guven dest pê kir û li hemû zidanan û cîhanê belav bû û bi saya serê dayikên me ên laçiksipî û têkoşîna saziyên me, em li Tirkiyeyê gaveke gelek mezin ber bi aştiyê ve hatin. Birêz Abdullah Ocalan hem di Newroza 2013'an de û hem jî di danezana 6’ê Gulana  2019'an de da xuyakirin ku çareserî ne di riyên tekane û tundiyê de ye; her wiha çareserî di hêzên nerm, biaqil, polîtîk û çandî de ye.   Ji bo çareseriyeke demokratik û aştiyane fersendeke dîrokî li ber me ye. Lê belê van demên dawî ku dîsa operasyonên derveyî welat û hundirîn dest pê kirine hêviyên me kêm dikin. Demildest divê dev ji van polîtîkan bê berdan. Divê tiştekî wisa bê afirandin ku hemû gel mafên xwe ên kolektîf dikaribin bi kar bînin û bijîn. Divê dev ji van riyên ku em dizanin encam jê naye girtin bê berdan. Divê ji bo çareserkirina  Pirsgirêka Kurd, bi muhatabên vê pirsgirêkê re; bi riyên aştiyane çareserî bê dîtin û ev fersend ji dest neyê berdan. Bi vê re em diyar dikin ku em ê hemû çalakiyên xwe ên demokratîk,  ji bo demokratîkbûyinê li dar bixin.   Di hilbijartina dawî de hat dîtin ku xwestekên demokratîk, xwestekên hemû gelan in. Di vê hilbijartinê de hate xuyakirin ku hemû xwestekên civakî ancax bi demokratîkbuyinê dikarin bêne cî. Em hemû aliyan ji bo bilindkirina xwestekên demokratik vedixwînin tekoşînê.   Em weke  rêxistinên demokratîk ên civakî, ked û pîşeyî, ên ku destnîşana wan li jêr heye; weke hemû gelên li herêmê û li Tirkiyeyê; komên olî, jin, ciwan, STK û saziyên demokratîk;  em hemû aliyên civakê vedixwînin ku li derdora xwestekên demokratîk bibine yek,  xwestekên xwe ên demokratîkbuyinê bilind bikin, li hember polîtîkayên desthilatdarîbûyinê bisekinin û bi hev re tekoşînê bimeşînin. Dîsa ji bo ku Pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û bi rûmet bê çareserkirin û aştiyeke mayinde bê bidestxistin, em hemû aliyên civakê vedixwînin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe."