'Zîlan ravekirina evîna jiyan û azadiyê ye' 2019-06-29 09:06:50   orgul Şêxo - Ronîda Hacî   HESEKÊ - Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Zîlan Can Fîda, derbarê berxwedêr Zeyneb Kinaci (Zîlan) de wiha got: "Erka me ya bingehîn ew e ku em di şexsê lehengên jin ên wekî Zîlanan de, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin."   Zeyneb Kinaci (Zîlan) di 30'ê Hêzirana 1996'an de li navenda Dêrsimê dema merasîma leşkerî de çalakiya fedaî pêk anî. Di encama çalakiyê de 29 leşker mirin. Derbarê mijarê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê Zîlan Can Fîda, derbarê berxwedêr Zeyneb Kinaci (Zîlan) de axivî.    'Di nava civaka Kurd de pêşengên jin cihekî xwe yê girîng digire'   Zîlanê wiha got:"Di civaka Kurd de her dem jinên pêşengên azadiyê ku di serdemên dîrokê de li ber xwe dane û navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine û bandoreke erênî li jinên Kurd kirin e, hene. Mînakên wekî Sakîne Cansiz, Bêrîtan, Sema Yuce, Leyla Qasim, Mizgîn Hozan û Zîlanan her dem rêya gelê Kurd a têkoşînê ronî kirine. Her dayik û bavê me ji me re behsa van lehengan dikirin û digotin ew lehengên ji bo Kurdistanê canê xwe feda kirine."   'Zîlanê bandorek mezin li min kir û min navê wê hilgirt'   Zîlanê wiha dewam kir: "Dema ku ez li malê bûm,her min pirtûkên ku serpêhatiya Ş.Zîlan tê de nivîsîbûn dixwend. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku çirûska wê ji Kobanê de dest pê kir, min biryara xwe da ku ez tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibim û navê Ş.Zîlan hilgirim. Li hember biryara min malbat nebû asteng û gotin em bi te serbilind in û divê tu wekî Zîlanan mezin bibe."   'Zîlan ravekirina evîna jiyan û azadiyê ye'   Zîlanê diyar kir ku wê her dem lehengên jin ên Kurd mînak girtiye û wiha got: "Bi çalakiya Ş.Zîlan re gelek jin ji çar dîwarên malê derketin û xwe gihandin Çiyayê Kurdistanê û xwestin xwe bighînin asta Ş.Zîlan û baweriya wê. Dijmin her ji jina azad, pêşeng û xwedî îrade ditirse, lewra çalakiya Zîlan wekî şîmaqek xurt di rûyê wan ket. Êdî dijmin her hêz û îradeya jinên Kurd dike hedef û dixwaze tola xwe bigire. Çalakiya Ş.Zîlan li Kobanê ya Ş.Arîn li Efrînê da xuyakirin ku jinên Kurd her dem li berxwe didin."   'Jinên kurd divê ji kaniya ramanê Ş.Zîlan dersa xwe bigirin'   Zîlanê got divê jin baş xwe perwerde bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên Kurd divê ji kaniya ramanên Ş.Zîlan dersa xwe bigirin û xwe perwerde bikin. Çawa dareke hişk şîn bibe jin jî ji kaniya ramanê Ş.Zîlan xwe perwerde dikin û di felsefeya têkoşînê de xwe kûr dikin. Divê jin li hember zihniyeta baviksalarî serî hilde. Divê em wekî jinên Kurd her dem têkoşîn û berxwedanê ji xwe re bikin armanc. Em tu carî li dijî dijmin çongê danînin."