'Li dijî êrîşên li ser Gelê Kurd yekîtî pêwist e' 2019-06-29 09:01:21   Sara Şêx Hesen    HELEB - Jinên Helebê êrişên li ser Başurê Kurdistanê şermezar kirin û wiha gotin: "PDK alîkarî û piştigiriyê dide êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û dibe hevkarê polîtîkeya şer a li ser Kurdan."    Di 29'ê Gulana 2019'an de dewleta Tirk pilanên xwe yên êrîşê li ser qadên Parastina Medya dan destpêkirin. Di encama êrîşên balafir û topbaranan de erdinîgarî şewitî. Gelek sivîl jî birîndar bûn û hejimarek zêde ji wan jiyana xwe ji dest dan. Têkîldarî mijarê jinên Helebê nêrînên xwe parve kirin.    'PDK piştigirî dide Erdogan'    Dayika Lemiye Ebdo êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi hevkariya PDK'ê dewleta Tirk erdê Başûrê Kurdistanê dagir dike û PDK rê li pêşiya êrîşan nagire û cihê xwe radestî dewleta Tirk dike. Em van êrîşan şermezar û lenet dikin. Divê PDK nebe hevkarên polîtîkayên şer ên dewleta tirk."    'Em naxwazin tiştên bi serê Gelê Şengalê hatiye dubare bibe'   Ayşe Qasim wiha got:"Beriya niha DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û PDK'ê îxanet li gelê Şengalê kir. Em naxwazin vê rewşê dubare bijîn. Dema DAIŞ'ê êrîş bir ser Şengalê PDK'ê îxanet li gelê Şengalê re kir. Carek din ev îxanet li hember gelê Başûr dubare dike, rê ji dewleta Tirk re vedike û bajarê xwe radestî wan dike û li gundan bi cîh dike. Ev kiryarên wan nayê qebulkirin. Em naxwazin tiştên bi serê gelê Şengalê hatiye dubare bibe."    'Tu ferq di navbera me û Kurdên Başûr de tune ye'     Arziye Dawud jî wiha got: "Hemû dewlet dibin yek û kurdan dikin hedef û dixwazin tune bikin. Dema tu Kurd be li her derê tu tê qetilkirin û koçberkirin. Erdogan di bin navê îslamiyetê de me dixapîne. Tu carî bila ew nebêje ez misliman im. Tu ferq di navbera me û kurdên Başûr de nîne. Heta êrîşên dewleta tirk li ser gelê me û şervanê me hebe, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em serî natewînin ji kesî re her em ê li berxwe bidin. Li dijî êrîşên li ser Gelê Kurd yekîtî pêwist e. Divê em bibin yek û li dijî dijmin li berxwe bidin."