Kongreya Star êrîşên li ser Kortekê şermezar kir 2019-06-29 08:53:03   QAMIŞLO - Koordinasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyeniyek nivîskî êrîşên li ser Kortekê şermezar kir.   Di encama bomberana dewlat Tirk a li ser Çiyayê Kortekê ya girêdayî Qendîlê de yek jê jin yek jî jê zarok 4 sivîlî jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn. Koordinasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyeniyek nivîskî êrîşên li ser Çiyayê Kortekê şermezar kir.   Daxuyanî wiha ye:   "Wekî her car, êrîşên dagirkeriya navdewletî li ser herêma Rojhilata Navîn û li ser  gelê Kurdan, di heman demê de li hemberî destkeftiyên azadiya gelên demokratîk û azadîxwaz,  çareke din  ketiye meriyetê û dixwazin bi van êrîş û qetliyaman ve polîtikayên xwe yên dagirkerî û desthilatdariyê bixin rojevê û siyaseta cihanê ji bo berjewendiyên xwe serobin bikin.   Êrîş û komkujiyek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser çiyayê Kortekê yê girêdayî  herêma Qendîlê ye, pêk hat. Di encamê de 4 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan. Em wek Kongreya Star vê êrîş û komkujiyê şermezar dikin û em ê bi rêya têkoşîna maf û çalakiyên demokratîk nerazîbûnên xwe bidin diyarkirin.   Ev êrîşa li ser Kortekê ya li herêma binarê Qendîlê jî, yek ji  wan polîtikayên dagirkeran e. Ev komkûjî  encama hevkariya hêzên ku li dijî aşitî û demokrasiyê ye. Her wiha, hewil didin ku vê êrîş û komkujiyê rewa bikin û dixwazin gelên heremê ji cihê wan derxin.  Bi vê rêbazê dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin.   Em wekî Kongreya Star, ji malbatên sivîlên ku di encama komkujiyê de şehît ketine sersaxiyê dixwazin û kesên birîndar re jî şîfaya xêrê û silametê dixwazin û em piştgiriya xwe didin diyarkirin. Hemû êrîşên ku li ser gelên sivîl pêk tên em şermezar û lenet dikin."