Konfaransa Saziya Karkeran bi dawî bû 2019-06-29 08:41:25   MEXMÛR - 4’emîn Konferansa Saziya Karkeran a ku li  Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma "Kapîtalîzm ne aborî ye, neyarê aboriyê ye" hat lidarxistin bi dawî bû.   4’emîn Konferansa Saziya Karkeran a ku li  Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma "Kapîtalîzm ne aborî ye, neyarê aboriyê ye" hat lidarxistin bi dawî bû. 250 delege beşdarî konferansa ku ji du salan carekê tê lidarxistin bûn. Konferansa ku bi deqeyek rêzgirtin hatibû destpêkirin, bi axaftinan û xwendina raporên xebatê dewam kiribû. Piştî xwendina raporan rewşa siyasî û rêxistinî hatibû nîqaşkirin. Piştre 17 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.    'Ji bo em bi ser bikevin pêdivî bi aboriya komînal heye'   Piştî hilbijartinê Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî Fîlîz Budak axivî. Fîlîzê got:"Pêwistiya her zindîyî bi aboriyê heye. Pêdivî ji xebatê heye. Lê di xebatê de têgehên wekî patron, karker dibe sedema têkiliyên lawaz. Ev têgehan jî ji aliyê dewletê ve hatiye çêkirin. Bi sîstema demokratîk ev têgehan dikare bê wate bê hiştin. Civak berhema keda mirovan e. Ji bo em bi ser bikevin pêdivî bi aboriya komînal heye.    'Aboriya ku tê avakirin pêwiste li ser esasê civakê be'   Fîlîzê wiha dewam kir:"Aboriya ku tê avakirin pêwist e li ser esasê civakê be. Em weke pêşengê civaka Netewa Demokratîk divê xwedî li sekna xwe derkevin. Divê em hemû peywira xwe bi  cih bînin. Em civakê mehkûmî têkçûyinê neke. Em hêvî dikin hevalên hatine hilbijartin dê ji bo civakê kar û xebatên hêja bikin. Em wan pîroz dikin."   Piştî axaftina Fîlîzê merasîma sondxwarinê ji bo rêveberiyê hat lidarxistin.    4'emîn Konferansa Saziya Karkeran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.