Li Cizîrê 8 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2019-06-28 13:32:33   ŞIRNEX - Duh li Cizîrê 8 kesên ku hatibûn biçavkirin piştî li emniyetê îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan.   Li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh yek ji wan zarok bi giştî 8 kes hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta Emniyeta Cizîrê.. Kesên ku hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan hatin girtin serberst hatin berdan. Sedema binçavkirina kesanên ku hatin binçavkirin hat zanîn ku jî ber êrîşa  25’ê Hezîranê li heman taxê li dijî  wesayîta zirxî hatiye kirine..   Ji kesên serbest hatin berdan yek jê Davut Yanik ê ku li navçeya Cizîrê di 14’ê Çileya 2015’an de zarokê 12 salî Nihat Kazanhan ê ku ji ber guleya polîs  M.N.G. jiyana xwe ji  dest dabû û di derbarê mirina zarok de şahid bû.