Li Dersimê 30 herêm hatin qedexekirin 2019-06-28 13:02:14   DERSIM - Li Dersimê li 30 herêman di navbera dîroka 1-15’ê tîrmehê de Herêm Ewlehiya Taybet hat îlankirin. Cendermeyan biryarê ji keyayan re bir û xwestin welatî herêman terk bikin.    Walîtiya Dersimê li 30 herêmên navenda Dersim, navçeyên Pulur, Qisle, Pilemûriye û Xozatê di navbera dîrokên 1-15’ê tîrmehê de Herêma Ewlehiya Taybet îlan kir. Cendirmeyan biryara walîtiyê birin ji keyayên gundan re ragihandin. Di biryarê de tê xwestin ku welatiyên li van hêrêman dijîn terk bikin.