Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê hat binçavkirin 2019-06-28 10:35:03   ŞIRNEX - Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê, Feride Ender û 2 welatî di encama serdegirtina malan de, hatin binçavkirin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qilebanê, Feride Ender û 2 welatiyên bi navê Asya Uren, Îdrîs Urun, di saetên serê sibehê de, di encama serdegirtina malan de, hatin binçavkirin.   Sedema binçavkirina Feride û 2 welatiyan nehat zanîn. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyeta navçeyê.