HDK dê li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bike 2019-06-27 14:10:46   STENBOL - Kongreya Demokratîk a Gelan têkildarî hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku gel bi dengekî mezin ji talankirin û wêrankirina şaredariya Stenbolê re gotin raweste.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî hilbijartina 23'ê hezîranê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daxuyanî da. HDK'ê anî ziman ku Bloka AKP-MHP'ê di hilbijartina 31'ê adarê de bi destê YSK'ê darbe kirin û hilbijartina Stenbolê dubare kir û wiha got: “Di serî de gotin hilbijartin ‘Pirsgirêka bekayê ye' û wekî ‘Erêkirina Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê ye pênase kirin. Xwestin bi stendina Stenbolê rê li pêş niqaşên rewatiya rejîmê bigirin. Lê tişta hêvî dikirin bi dest nexistin. Niha bloka îktîdara AKP-MHP'ê bû mijara niqaşê."    'Li dijî pergala faşîzmê helwest nîşandan'   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku îktîdarê carek din li dijî vîna gel a Stenbolê têk çû û wiha hat diyarkirin: "Gel bi rêyek mezin ji talankirin û wêrankirina şaredariya Stenbolê re got raweste. Gel di hilbijartina 31'ê adarê de û 23'ê hezîranê de li dijî rejîma yek zilamî rawestiya. Gelan li dijî pergala faşizmê helwest û daxwaza xwe anîye ziman. Bloka AKP-MHP'ê li gelek bajaran şaredarî winda kir. Şaredariyên Bajarên mezin winda kirin. Bi vê yekê Bloka AKP-MHP'ê û Tayyip Erdogan êdî rewatiya xwe winda kirin. Gelê me li dijî polîtikayên şer, terora dewletê, krîza aborî, betalî û astengiyên li pêş azadiya îfadey helwesta xwe nîşan da."    'Têkoşîna azadiyê bêhtir xurt bikin'   Daxuyaniya Kongreya Demokratîk a Gelan wiha bi dawî bû: "Daxwaza gel pêk hatiye. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Piştî tecrîda 8 salan a li Îmraliyê, di pêşengiya çalakiya Leyla Guven û girtiyên ketin greva birçîbûnê û hemû dayikên Laçikspî de parêzer di 2'ê gulanê de çûn Îmraliyê û deriyê Îmraliyê vebû. Di vê hevdîtinê de hat dîtin ku pêdiviya gel bi her awayî ji fikrên Brêz Abdullah Ocalan heye.  "Gel bi rêyek mezin ji talankirin û wêrankirina şaredariya Stenbolê re got raweste.