Di sala 2030'an de ji ber robotan 20 mîlyon kes dê bêkar bimîne 2019-06-27 10:46:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nîrxandina Firmaya Oxford Economics, piştî ku robot ketin kargehan hejmara bêkaran zêdetir bû. Di sala 2000'an 1.7 mîlyon kes ji ber robotên ku li kargehan dixebitin bêkar man. Dê di sala 2030'an de jî ji ber robotan  hejmara bêkariyê bighijê 20 mîlyon kesî.    Li gorî Fîrmaya Oxford Economics a ku li Îngilistanê nirxandinan dike, diyar kir ku dê di nav 11 salan de di qada hilberîna tiştan de herî kêm 20 mîlyon kes bê kar bimîne. Her wiha kesên ku bêkar bimînin jî dê nikarin qada hizmetê de jî kar bikin. Li gorî nirxandina fîrmayê robotên ku bên çêkirin dê bibin sedema zêdebûna bêkariyê. Fîrma bang li cihên eleqeder kir ku li hemberî bêkariyê divê tedbîr bên girtin.    Her wiha tê gotin ku kesên di karê herî zehmet û nebaş de dixebitin dê ji vê rewşê bêhtir bi bandor bibin, ji ber ku karmend dê li şûna karkeran robotan bi cih bikin. Hat diyarkirin ku di sala 2000'an de heta îro 1.7 mîlyon kes ji ber li kargehan robot dixebetin, bêkar man. 400 hezar li Ewropayê, 260 hezar li Amerîkayê, 550 hezar jî li Çînê bêkar man. Her wiha li gorî daneyên ku hatî derxistin li Çînê di sala 2030'an de êdî robot dê karê 14 mîlyon kesan bike. Ev tişt jî tê wateya ku 14 mîlyon kes bêkar bimîne.