'Zanista Jîneolojiyê mîrasa dîrok a têkoşîna jinê ye' 2019-06-27 09:06:35   Roj Hozan    QAMIŞLO - Rêveber û xwendekarên Fakulteya Jînolojiyê di derbarê nirxandin û  naskirina xwe ya li ser zanista jinê Jînolojiyê diyar kirin ku bi rêya Jîneolojiyê neheqiya li jinê tê kirin ew ê bi dawî bikin û wiha gotin:"Gerek, lêgerîna jinê ya azadiyê û heqîqetê xurt be da ku bikaribe ji zayendperestiya civakê re bibe bersivek xurt."    Derfetên ku hatine bidestxistin û pêşketinên îro jin dijîn ji bo azadiya jiyanê bingehek girîng e. Ji van derfetên girîng yek jê zanista Jîneolojiyê ye. Fakulteya Jîneolojiyê ya ku li Rojava hatiye avakirin îro dibe sedema guhertin û pêşketinên girîng. Niha li Fakulteya Jîneolojiyê 20 jin hene. Jinên temenê wan mezin jî bi xwesteka xwe dersên Jîneolojiyê digirin. Derbarê xebat û rewşa Fakulteya Jîneolojiyê de rêveber û xwendekarên fakulteyê axivîn.       'Jîneolojî şîrovekirina dîroka têkoşîn a jinê ye'   Endama Rêveberiya Fakulteya Jîneolojiyê Dicle Gulî wiha got:"Fakulteya Jînolojiyê beşek ji Zanîngeha Rojava ye. Ev 3 sal in hatiye vekirin. Di cîhanê de yekem e. Xwendina vê beşê 2 sal in. Her salek ji 3 qonaxan pêk tê. Mijarên wekî Civaknasî, Dîroka Jinên Cîhanê, Dîroka Jinên Xwedawend, Dîroka Jinên Rojhilata Navîn, Şoreşa Jinan tê dayin. Li vir em lêkolîn, lêpirsînê esas digirin. Jîneolojî şîrovekirina dîroka têkoşîn a jinê ye. Li vir dîroka têkoşîna jinê tê dîtin. Em dixwazin xwendekar bi rêbazên nirxandinê mijûl bibin. Nirxandin çiqas hebe ewqas pêşketin pêk tê. Pirsgirêkên civakê û heqîqeta jinê em dixwazin derxin pêş. Em dixwazin li ser çareserkirina pirsgirêkan bisekinin. Loma danasîna Jîneolojiyê girîng e."   'Zanista Jîneolojiyê kesayetên xurt ava dike'   Dîcleyê wiha bi dawî kir:"Ji bo jin xwe nas bike Jîneolojî derfetek e. Taybetmendiya birdoziya jinê divê bê famkirin. Zanista Jîneolojiyê kesayetên xurt ava dike. Ji bo kesayetên xurt divê hemû jin bi awayekî hestiyar nêzî Zanista Jîneolojiyê bibin."   'Pêwist e jin lêgerîna wê ya azadiyê û heqîqetê xurt be'   Xwendekara sala duyemîn a Fakulteya Jîneolojiyê Lînda Hûsên wiha got."Dema em qala zanista jinê dikin dibe em ne di ferqa giraniya şîrovekirina vê zanistê de bin. Loma dersên Jîneolojiyê girîng e. Divê em dîroka ku bi destên mêran hatiye nivîsandin rastiya wê derxin holê. Di nava vê zanistê de me gelek jin û kesayetên jinên navdar û pêşeng nas kirin. Me dît ku di demên borî de feylesofên jin û zanyarên mezin yên ku guhertinên siyasî, civakî dan çêkirin û jê re bûn pêşeng hebûn. Di kesayeta van jinan de îro di nava vê şoreşê de em çiqas  xwe dibînin? Pêwist e jin lêgerîna wê ya azadiyê û heqîqetê xurt be da ku bikaribe ji koletiya civakê re bibe bersiv û rê li koletiyê bigire."   'Em bawer in ku dê Jîneolojî bibe hêviya tevahî jinan'    Xwendekara Fakulteya Jîneolojiyê Roz Henê jî wiha got:"Ji bo ez xwe di gelek qadan de pêş bixim min dest bi Fakulteya Jîneolojiyê kir. Niha ez dizanim ku gelek guhertin di kesayeta min de çê bûye. Em bawer in ku dê Jîneolojî bibe hêviya tevahî jinan. Gerek lêgerîna jinê ya azadiyê û heqîqetê xurt be da ku bikaribe ji zayendperestiya civakê re bibe bersivek xurt."