Evîn Adin: Li dijî êrîşan bêtir bi kurdî biaxifin 2019-06-26 09:19:55   Zeynep Durgut   WAN - Piştî hilbijartinên herêmî şaredariyên AKP’ê dest bi rakirina tabeleyên kurdî kirin. Hevseroka DÎSA-DER’ê Evîn Adin êrîşên li ser zimanê kurdî şermezar kirin û wiha got: "Heke li hemberî ziman êrîş hebe, hewceye ku mirov xwedî li ziman derkeve."   Di dema şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Bedlîsê de li tevahiya bajêr tabeleyên kurdî hatibûn daliqandin. Lê belê niha ew tabela yek bi  yek hatin rakirin. Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ku tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakir vê carê jî tabeleya li têketina bajêr ku li ser bi kurdî, tirkî û ingilîzî “Hûn bi xêr hatin Bedlîsê” nivîsandî jî rakir. Piştî bertekên gel şaredariyê daxuyanî da û îdia kir ku wê tabeleyên li ser “Hûn bi Xêr Hatin Bajarê Bedîuzzaman Saîd-î Nursî Bedlîsê” dîsa bên bicihkirin. Piştî hilbijartinên herêmî li şaredariyên ku AKP’ê qezenc kirin, di serî de li hemberî zimanê kurdî dest bi êrîşê kirin. Bi rakirina tabeleyên kurdî AKP’e dixwaze peyameke çawa bide gelê kurd. Têkîldarî  êrîş û bitehemmuliya li ser zimanê kurdî  Hevseroka Komeleya Lêkolîn, Çand û Hunerê ya Ziman (DÎSA-DER) Evîn Adin nirxandin kir. Evînê diyar kir ku ev êrîş nepijarandina ziman û hebûna kurdan e.    ‘Ev êrîş nepijirandina zimanê kurdî ye’   Evînê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ev hişmendiye berdewamiya pişavtina zimanê kurdî ye û wiha axivî: "Mirov dikare bibêje ku rakirina tabeleyên kurdî kurkirina berdewamiya pişavtinê ye. Ev hişmendiye bi vê nêzikatiya xwe nîşan dide ku di hêla zimanê kurdî de hêjî nepijirandinek û bêtehemmulî heye. Li hemberî zimanê kurdî êdî tehemmula wan nema ye. Tabelayên bi îngilîzî, kurdî û tirkî hatin rakirin. Heke ji vê tabelayê re tehemmulek tune be û ev nîşaneya tunekirina zimanê kurdî ye. Ev tişt ne tenê bi biryara şaredariyê pêk tê. Hişmendiya ku tehemmula zimanê kurdî nake vî tiştî dide kirin. Hewceye ku gelê me li dijî vê hişyar be. Gelo ev kes bi kîjan mafî dikarîn tişteke wisa bikin?"   'Rakirina tabeleyan tiştekî ne ji rêzê ye'   Evînê da zanîn ku ev êrîş li dijî zimanê dayikane û wiha pê de çû: "Bi rastî ji dixwazin li hemberî zimanê kurdî asîmîlasyoneke kûr pêk bînin. Li dijî êrîşan parastina herî bi hêz xeberdana bi zimanê kurdî ye. Lê mixabin di civakê de ji tişteke wiha heye ku asîmilasyonê cihê xwe girtiye û niha jî otoasîmîlasyon ketiye dewre yê. Rakirina tabeleyan tişteke ne ji rêzê ye. Divê gelê me bêdeng nemînê. Divê kes bi van êrîşan ne tirse. Armanca van êrîşan ew e ku êdî bi zimanê kurdî neyê xeberdan. Heke li hemberî ziman êrîş hebe, hewceye xwedî li ziman bê derketin."   'Li dijî êrîşan bêtir bi kurdî biaxifin'    Evînê di dawiya axaftina xwe de bang li her kurdekî kir ku xwedî li ziman derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev hişmendiye baş dizane ku zimanê kurdî ne zimanê tabelayê ye. Li bajarê kurdan bi rakirina tabeleya kurdî, armanc dike ku hebûna hebûna kurd nas nake.  Bi rakirina tabeleyan ev ziman ji holê ranabe û dê her hebe. Ev ziman ser tabeleyan nehatiye avakirin. Bi vê êrîşê hişmendiya xwe zelal dikin. Divê gel bizane be ku li hemberî ziman durîtî tê kirin. Ez bang li her kurdekî dikim ku li gund, tax, bajarok, navçe û bajaran bi zimanê xwe xeber bidin û bi xeberdana zimanê xwe xwedî li ziman derbikevin. Ziman nebe, em nikarîn bibêjin em ji hene.”