Bûyerên îşkenceyên li Xelfetî û Enqereyê: Daraz lêkolîn nake, doktor nake belge 2019-06-26 09:10:14   ENQERE - Berdevka Jinan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku der barê bûyerên îşkenceyên di bin çavan de yên li Xelfetî û Enqereyê di rojên dawî de gelek serlêdanan digirin û got: “Lêpirsîn bê encam dimînin. Ceza nayên girtin. Îfadeyên kesên rastî îşkenceyê hatine, daraz li ber çavan nagire. Bijîşk jî nakin belge.”    Komîsyona Jinan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) tespît kir ku di 18’ê Gulanê de piştî pevçûna li Xelfetiyê hatiye jiyîn şûnde 51 kes hatine binçavkirin û di bin çavan de bi taybet jin rastî îşkenceya zayendî hatine.   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û Berdevka Jinan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen çûn Xelfetiyê û jinên rastî îşkenceyê hatine ziyaret kirin. Nurayê diyar kir ku jin rastî îşkenceya giran hatine û der barê îşkence û dijhiqûqiya hatiye jiyîn de agahî da.   ‘Bi ceyranê îşkenceya zayendî hat kirin’   Nurayê bi lêv kir ku li Rihayê 51 kes hatine binçavkirin û pêvajoya binçavkirina wan 28 rojan hatiye dirêjkirin û wiha got: “Du jin niha di girtîgehê de ne. Ez û Eren Keskîn di 11’ê Hezîranê de çûn Rihayê. Me bi du jinên li girtîgehê de jî hevdîtin kir. Me bi jinên 50, 39 û zarokek 16 salî re hevdîtin pêk anî. Di îfadeya jinan de îşkenceya bi xof derket holê. Jina 50 salî got ji pêsîr û organa wê ya zayendî ceyran danê, dijûn lê kirine. Jina 39 salî jî da zanîn ku rastî îşkenceya zayendî hatiye.”   ‘Li Xelfetiyê li ber çavan îşkence hat kirin’   Nurayê bi lêv kir ku jinekê jî diyar kir ku kurê wê rastî îşkenceyê hatiye û got dema bijîşk pansuman kiriye, polîs îşkence berdewam kiriye û got: “Me ji gelek cihî agahiyên îşkenceyê girt. Li Xelfetiyê li ber çavan îşkence hatiye kirin. Hinek ji tirsan îfadeyê nadin, tiştên jiyane venabêjin. Hinek diranên wan şikestîne. Hinek serê wan birîn in.”   ‘Li Enqereyê 108 rojan di konteynirê de rastî îşkenceyê hatiye’   Nurayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî Rihayê li Enqereyê jî îdiayên îşkenceyê derketine holê û got: “Li Enqereyê Ayten Ozturk a hatiye girtin, derveyê qeydê 6 mehan di bin çavan de maye û rastî îşkenceya zayendî hatiye. Di rojên borî de îşkence pir zêde bûye. Em serlêdanan zêde digirin. Ji 2016’an heta niha bi îdiaya endamên Cemaata Gulen in gelek kes rastî îşkenceyan hatin. Ev derveyî qeydê yên rastî îşkenceyê hatine. Mînak yên tên binçavkirin 120 rojan, 108 roj, 4 meh, 3 mehan nizanin li ku ne û di bin çavan de dimînin. Mînak yek ji derveyî welat anîne 108 rojan li Enqereyê di konteynirekê de rastî îşkenceyê hatiye.”   ‘Daraz lêkolîn nake’   Nurayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lêpirsîn bê encam dimînin. Ceza nayên girtin. Îfadeyên kesên rastî îşkenceyê hatine, daraz li ber çavan nagire. Doktor jî nakin belge. Divê hêzên ewlehiyê bi awayekî berfireh îşkenceyê bike belge.”