'Hêza Tirkiyeyê ya aştî û demokrasiyê tune ye ku aramiyê pêk bîne' 2019-06-26 09:01:37   Roj Hozan   BEYRÛT - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Lubnanê, Netewî Xemgîn ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû wiha got:"Hêza Tirkiyeyê ya aştî û demokrasiyê tune ye ku aramiyê pêk bîne. Alternatîfa rast a çareseriya qirîza Tirkiyeyê projeya netewa demokratîk e."   Endama Rêveberiya Kongreya Star a Lubnanê, Netewî Xemgîn bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Di hevdîtinê de li ser mijarên rêbazên çareseriya qeyran û rewşa jinê ya di nava civakê de nîqaş hatibûn kirin. Têkildarî mijarê de Netewî wiha got:"Cesareta Birêz Ocalan rastiya dîroka veşartî ya tu kes naxwaze derkeve holê zindî dike. Divê em jin di vê çarçoveyê de li dîrok û nasnameya xwe xwedî derkevin."   'Hêza Tirkiyeyê ya aştî û demokrasiyê tune ye ku aramiyê pêk bîne'   Netewî diyar kir ku divê zihniyeta desthilatdar têk biçe û wiha got:"Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê mêze dike, her tim înkar, îmha, kuştin û tunekirina kurdan derbas dibe. Dewleta Tirk her tim li hember netewên cuda, komkujî pêk aniye. Divê ev zihniyeta desthilatdar têk biçe. Vê zihniyetê her bi qirkirina gelan xwe bi rê ve biriye. Ev yek heta niha didome. Dewleta Tirk êrîş û gefên xwe li hemû deverên Kurd tê de dijîn didomîne. Efrîn dagir kir, êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha li Bakurê Kurdistanê êrîşî tevgera siyasî ya HDP'ê dike. Êrîşên cur bi cur li ser herêmên tevahî Kurdistanê dike. Ev jî nîşan dide ku hêza Tirkiyeyê ya aştî û demokrasiyê tune ye ku aramiyê pêk bîne."   'Alternatîfa Birêz Ocalan çareseriya qirîza Tirkiyeyê ye'    Netewî bal kişand ser nirxandinên hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê aştiya di navbera Kurd û Tirkan de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku ev êrîş ser gelê kurd tên meşandin, li beramberî wê birêz Ocalan di nava hevdîtinên pê re hatine çêkirin alternatîfeke aştiyane û demokratîk dide pêş. Her çiqas zihniyeta desthilatdar şer û tunekirinê bike jî, dîsa vîna gelê azadîxwaz zindî dimîne. Pirsa girîng a ku ji dewleta tirk tê kirin, pirsgirêka Kurd e. Gerek dewleta Tirk dev ji van kiryarên xwe yên qirêj, berde. Divê kurd jî bibin xwedî maf û nasname. Dewleta Tirk di siyaset, aborî û pirsgirêkên xwe yên civakî de xitimiye û niha qirîzekê dijî. Di pirsgirêka gelê Kurd de divê samîmiyetek hebe. Alternatîfa Birêz Ocalan çareseriya qirîza Tirkiyeyê ye. Her kes nikare perspektîfên aşîtiyê pêşkêş bike. Cesareta Rêbertî rastiya dîroka veşartî a tu kes naxwaze derkeve holê zindî dike."   'Ocalan banga aştî û demokrasiyê ye'    Netewî bal kişand ser jiyana aram û aştiyane û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan di nava şerdên herî zehmet de jiyanê bi me dide hezkirin. Pêwîste jiyan bi hezkirin biherike, jiyan bi şer xweş nabe. Tenê di dema ku êrîş ser nirxên gelan were kirin, wê çaxê parastin pêwîst e. Mafê her mirovekî ye welat û axa xwe biparêze. Birêz Ocalan jî dixwaze vê bi me bide naskirin ji bo wê banga aşîtiyê dike. Mafê civakan heye aram bijîn. Hêviya hemû gelên li Rojhilata Navîn ew e ku ev şer bi dawî bibe."   'Divê em sîstema têkoşînê xurt bikin'   Netewî herî dawî balê dikşîne ser xalên nirxandina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên di derbarê jinê de û wiha got: "Dema êrîşek ser civakê were kirin, despêkê êrîşkar berê xwe didin jinê. Di zihniyeta civakê de azadiya jinê tengav dibe. Di jiyanê de tim jin tên qetilkirin. Li dijî vê yekê jin di hemû qadan de têkoşîneke bêhempa dide meşandin. Ji bo mafê wê mayinde bibe. Jinê rastiya desthildariyê nas kiriye. Ji bo wê jî  jin li ku derê be êşa wê êşa her jinekê ye. Jin li dijî desthilatdariyê her di nava têkoşînê de ye. Jin serkeftina civakê ye, ji ber serkeftinên ku hatina çêkirin hemû mîrasê ked û tekoşîna jinê ye. Zîhniyeta desthilatdar her dem xwestiye dîrokê berovajî bike. Divê jin li hember van kiryaran rêxistina xwe xurt bike, di hemû qadan de parastina xwe bikin.  Ji bo wê jî jin tim, dîrok, çand û nasnameya xwe û birêz Ocalan wekî hêzek ruhî, fikrî û manewî  dibîne. Divê em sîstema têkoşînê xurt bikin û bibin hêza bersivdayînê ji hemû kesên ku dixwazin vîna jinan tune bikin."