Gelê herêma Cizîrê êrîşên ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin 2019-06-25 20:17:50   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li Qamişloyê bi pêşengtiya Kongreya Star û Yekîtiya Partiya demokratîk mîtîng hat lidarxistin.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk  ên li ser Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya "Na ji dagirkeriya Tirk re ji Efrînê heta Biradostê" bi pêşengtiya  Kongreya Star û Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD)  mîtîng li qada Şehîd Xebat ya bajarê Qamişloyê ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan, her wiha dirûşmeyên "Bijî berxwedana Başûr", "Bijî Serok Apo" û "Bimre koletî" hat berzkirin. Bi tevlîbûna gelê herêma Cizîrê û giştî saziyên civaka Sivîl û Saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk mîtîng hat lidarxistin.    Mitîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Semer Ebdulah axivî û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got:"Dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê, dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî şer gur bike û dagir bike, lê bi saya berxwedêrên me YPJ/YPG'ê û QSD’ê tu kes û tu hêz wê nikarîbin destdirêjiya li ser ax û welatê me bike. Careke din em van êrîşên dewleta Tirk li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin, em giştî netewên Rojava yê Kurdistanê pişt Başûrê Kurdistanê  ne û em bi hêz û îradeya xwe nahêlin ku tu dagirker derbasî welatê me bibe."    Mîtîng bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Başûr" û " Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.