Bi du zimanî hişyariya trafîkê 2019-06-25 15:23:56   AMED -  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mabesta di trafîkê de rê bidin peyayan, li navenda bajêr li rê û cadeyên trafik li ser zêde bi du zimanî Kurdî û Tirkî nivîsên hişyariyê tên lêkirin.   Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku Wezareta Navxweyî sala 2019'an “Sala di Trafîkê de Pêşî Peya” îlan kir, li navenda bajêr, bi kurdî û tirkî li derên trafik zêde li ser heye, nivîsa “Pêşî Peya” nivîsand. Nivîsên bi vî awayî bi hêmayên dîtbarî tên destekkirin.   Di van nivîsan de hişyarî li şofêran tê kirin ku pêşiyê rê bidin peyayan û ev nivîsîn li ser derwazeyên li Bulvara Qamişlo ya li Baxcilarê hatin nivîsandin. Ev nivîs bi tirkî û kurdî hatine lêkirin û ji bo nivîs jê necin jî madeya jênebir bi ser de tê reşandin.