Jinên Kobanê : Em ê komkujiya Kobanê ji bîr nekin 2019-06-25 09:07:33   Sara Şêx Hesen    HELEB - Dayikên Kobanê yên ku li Helebê dijîn derbarê komkujiya Kobanê de axivîn û gotin: "Kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd her em şermezar dikin, tolhildan soza me ye. Em ê komkujiya Kobanê ji bîr nekin."    Jinên ji Kobanê yên li Helebê dijîn, derbarê komkujiya ku di 25'ê Hezîrana 2015'an de pêk hat û 242 kes hatin qetilkirin de wiha gotin:"DAÎŞ'ê gelek komkujî pêk anîn. Lê herî dawî bi destên Kurdan têk çûn."   'DAÎŞ bi cilê şervanan ket nava bajêrê Kobanê'     Fîdan Mehmûd wiha got: "Kobanê bi serket, çete têk çûn. Gelê Kobanê vegeriyan bajarê xwe. Çeteyên DAIŞ'ê di wê demê de bi cilên YPG'ê derbasî bajar bûn û di wê şevê de  gelek kes qetil kirin. Ji zarokên 7 salî heta 70 salî rastî komkujiyê hatin. Her wiha ji Efrînê 5 mamoste ji bo tevlî kongreyê bibin, hatibûn Kobanê. Mamoste Sozan jî şehîd bû. Me bi têkoşînê tola şehîdên xwe hilda. Em ê vê têkoşînê jî bidomînin."    'Em ê komkujiya Kobanê ji bîr nekin'   Edla Mûsa Şêxo ya 78 salî jî bal kişand ser hovîtiya komkujiyê û got: "Xelkê Kobanê hatin qetilkirin. Bi destên DAÎŞ'ê serê wan hat jêkirin. Wê demê dewleta tirk alîkariya DAÎŞ'ê kir. Xizmên min di vê komkujiyê de hatin qetilkirin. Ev welatê me ye, em dixwazin bi mafê xwe li ser axa xwe bê dagirkerî bijîn. Divê Erdogan bizanibe ku ew çi bike jî dê hêza me nikaribe bi dawî bike. DAÎŞ'ê gelek komkujî pêk anîn. Lê herî dawî bi destên Kurdan têk çûn. Kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd her em şermezar dikin, tolhildan soza me ye. Em ê komkujiya Kobanê ji bîr nekin."