'Zewaca di temenê biçûk de bandorek neyînî li ser civakê dike' 2019-06-24 09:07:08   Şêrîn Zêrevan - Rojda Seyid Xan   QAMIŞLO - Derya Remezan ji bo zewaca temenê biçûk got: "Bila keçên me yên temen biçûk nebin qurbaniya rewşa jiyanê, zihniyeta baviksalarî û zextên malbatê."    Zihniyeta ku hezar salan li ser jinê hatiye ferzkirin di roja me ya îro de jî dewam dike. Ji bo ku jin hêz, îrade û rastiya xwe nas neke di temenekî biçûk de tê zewicandin. Bi desthiltdariya mêr rû bi rû dimîne.Yan koletiya hezar salan qebûl dike û bêdeng dimîne yan jî dema serî hilde çiqas rastî qetlîam û tundiyan were jî, serî natewîne û têdikoşe. Têkîldarî mijarê Cîgira Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Derya Remezan ser mijara zewaca temenê biçûk de nirxandin kir.   'Mijara zewaca di temenê biçûk de mijareke dîrokî'    Deryayê bal kişand ser zilm û zoriya ku jin ji beriya hezar salan dijî û wiha dewam kir: "Jin rastî gelek cureyên şidet û desthilatdariyê tên, yek ji wan mijara sereke zewaca temenbiçûk e. Bi taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê avakirina civakeke azad û demokratîk girîng e. Di hevdîtina herî dawî bi Rêber Apo re çêbû bi taybet bal kişand ser xala zewicandina temenê biçuk û got: 'Pirsgirêka zewicandina zarokan bi xwe hinceta deh şoreşan e.' Mijara zewaca di temenê biçûk de mijarek dîrokî ye û di gelek serdeman de derbas bûye. Lê divê ku ev mijar were çareserkirin û ji kokê de bê guhertin."   'Pergala kapîtalîzmê jinê diçewisîne'   Deryayê diyar kir ku jin di civakan de hêz û îradeyê ava dike û wiha domand: "Pergala kapîtalîzmê dizane dema jin bi hêz dibe, dikare di civakan de vînê ava bike. Mêr berovajî wê nikare civakê ava bike. Pergala kapîtalîzmê dixwaze jinê biçewîsîne, bê rol bihêle û bedena wê jê bigire. Da ku bê îrade bibe û nikaribe li hember mêr û civakê mafê xwe biparêze. Loma jî keçan bi temenekî biçûk didin zewicandin."   'Destihlatdariyê hewl da jinê bikin hilberînek kirîn û firotinê'   Deryayê diyar kir ku gelên Rojhilata Navîn keçên xwe di temenê biçûk de didin zewicandin û wiha pê de çû: "Li gor hişmendiya civakê, bi hezar salan di malbatan de ev kevneşopî tên jiyîn. Desthilatdariya mêr gelek hewl da jinê bikin hilberîna kirîn û firotinê. Bedena wê bi armanca propagandaya amûrên firotinê bi kar tînin. Li gor hejmara Netewên Yekbûyî  diyar kirî di salekê de 12 milyon jin, piraniya wan jî yên Rojhilata Navîn di temenê biçuk de tên zewicandin."    'Bandora zewaca temenê biçûk ne baş e'   Deryayê bal kişand ser derûniya zarokên temen biçûk û wiha dom kir: "Zarokên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin, zarokatiya xwe najîn, di aliyê perwerdeyê de hîn jî kêm e û xwe nas nekiriye. Li gelek cihan zarokan di temenê biçûk de didin zewicandin û  dixin bin berpirsiyariya malbata ku zarok jê ne haydar e. Karê herî giran bi bedena wê ya biçûk ku hîn kamil nebûye didin kirin. Hê bi xwe zaroke, zarokan pê didin xwedîkirin. Dema di karekî de şaştî bike jî rastî axaftin, işkence û hêrsa malbata hevjînê xwe tê. Ev yek jî bandora neyînî li ser derûniya wê dike."   'Planên dewletan kuştina jinê ye'   Deryayê wiha dewam kir: "Li Bakurê Kurdistanê ger temenê keçan di bin 18’an de be, ew nikare bizewice. Erdogan dixwaze vê sîstemê bide guhertin û mahra zewacê bixe destê şêx û meleyan, da ku keçan bi temenê biçûk bidin zewicandin. Sîstema herî dawî ya ku ji aliyê Erdogan ve hatiye ragihandin wiha dibêje 'Jin dikare bi tecawizkarê xwe re bizewicin.' Ev hemû nîşaneyên qirkirina jinê ne.”   Deryayê di dawiya axaftina xwe de bang li malbatan kir û got: "Di zagon û belgeyên Rêxistinên Mafê Mirovan, Rêxistinên Mafê Jinê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên gerdunî de nabe ku zarokên temenê wan dibin 18 salan de bên zewicandin. Mixabin ev yek ne gengaze û ser vê xalê re derbas dikin. Banga min ji bo giştî malbatan  taybet jî malbatên Rojhilata Navîn ku rewşa wan çawa be bila keçên xwe yên temen biçûk nekin qûrbaniya rewşa hey. Bila keçikên xwe nedin mêrên temenê wan pir ji yê keçikê mezintir. Ji ber van sedeman keçik neçar dimînin, dawî li jiyana xwe tînin."