Ji YJK-E'yê peyama spasiyê 2019-06-23 14:53:13   NAVENDA NÛÇEYAN - YJK -E'yê piştî Mîhrîcana Jinan a Zîlanê ku ku roja şemiyê hat lidarxistin peyama spasiyê weşnad û got ku ew mîhrîcanê diyarkî kesên ku li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn, kesên ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê dikin.    Yekîtiya Jinên Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (YJK-E), piştî Mîhrîcana Jinan a Zîlanê ku Şemiyê li bajarê Leverkusenê pêk hat peyameke spasiyê weşand.   Di peyamê de hate bibîrxistin ku mîhrîcan diyarî kesên li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn, yên berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatiye kirin û mîhrîcan bi beşdariya ji Elmanya, Belçîka û Hollandayê bi coş pêk hatiye.   Di peyamê de jinên ku bi rengê xwe tevlî mîhrîcanê bûn, kedkarên çapemeniyê, xebatkarên standan, mêvan û hunermendên tevlî mîhrîcanê bûn hemû spasiya wan hate kirin.