ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-23 09:00:00   * Di 25'ê Hezîrana 2015'an, seat 05:00’ê sibehê de li Kantona Kobanê komkujî pêk hat. Di vê êrîşa dijmirovî de 3 jê ducanî 64 jin, 35 zarok, bi giştî di bajar û gundê Berxibatanê de 252 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta roja îro jî birîna Kobaniyan hîn teze ye. DÎMEN HEYE   *Endama TJA’yê Zeynep Uren da zanîn ku sedema kuştina jinan, îstîsmara zarokan, tacîz, tecawiz, hişbir û fuhuşê dewlet e û bal kişand ser rêxistinbûna li dijî van polîtîkayên dewletê û wiha got: “Ya girîng pêkanîna rêxistina li kolanê ye. Em ê vê rêxistinbûnê ava bikin. Çiqas êrîş hebin, wê ewqas jî parstina cewherî hebe.” DÎMEN HEYE   *Turbeya Mem û Zînê ya li Cizîrê ku sembola evîn û berxwedanê ye. Piştî 4 salanan careke din rastî eleqeyek mezin hat û serdanên ji bo turbeyê zêde bûn. BI DÎMEN   *Li Şaredariya Şemrexê ku piştî hilbijartinan ji destê qeyûm hat girtin şûnde derket holê ku bi giştî 3 milyon û  434 hezar TL deynê wê heye û hat hînbûn ku navenda çandê ya li navçeyê hatibû vekirin jî mehek beriya hilbijartinan hîbeyî Wezareta Perwerdê kirine. BI DÎMEN