'Xwedî li paqijiya welat û kedê derkevin' 2019-06-22 13:49:31   QAMIŞLO - Şaredariya Rojhilatê bajarê Qamişloyê dest bi hemleya paqijiya bajêr kir.   Bi armanca paqijikirina bajarê Qamişloyê,  Şaredariya Qamişloyê ya Rojhilatê Bajêr dest bi hemleya paqijiyê kirin. Bi armanca paqijiya kolan û nava bajêr û rakirina pirêzê, ji seatên sibehê bi dehan kes tev endamên şaredariyê dest bi paqijkirinê kirin. Têkildarî mijarê karkerên paqijyê bang li gel kirin û gotin: "Xwedî li paqijiya welat û keda me derkevin."    Jina ji Gundê Nesiran ya bajarê Qamişlo û Karkera di şaredariya Rojhilatê Qamişloyê Heyat Bedir wiha got: "Zêdeyî 20 karkeran me ji saet 9'ê sibehê dest bi paqijiya bajêr kir. Em derdora daran, kolanan paqij dikin û gemarê kom dikin. Karekî zehmet e di bin germa havînê de, lê em amade ne her tiştî ji bo welatê xwe bikin."   Heyatê dawiyê banga li tevahî gel kir û got: "Em welatê xwe paqij dikin, daran diçînin da ku nefesek paqij bigirin  û xwe ji nexweşiya biparêzin, hêviya me ji gel ew e ku xwedî li paqijiya welat û keda me derkevin."