Perwerdeya 'Guhertina zihniyeta baviksalarî' li Kobanê dest pê kir 2019-06-22 13:47:41   KOBANÊ - Bi pêşengtiya Kongreya Star yekemîn dewreya perwerdeyê ya mêran ku ji 20 endamên mêr pêk tê li akademiya Ş. Şîlan Kobanê hat destpêkirin.   Bi pêşengtiya Kongreya Star Akademiya Şehîd Şîlan a herêma  Kobanê  yekemîn dewreya mêran ya xweser ku ji 20 endamên saziyan pêk tê  hat destpêkirin. Wê dewre 20 rojan bidome. Endamên perwerdeyê hemû demê xwe li akademiyê derbas dikin.  Armanca perwerdeyê ew e ku zîhniyeta baviksalarî ya mêran ku dibe sedema desthilatdarî û cudahiya di navbera zayendan de were tunekirin û di nava civakê de hevjiyana azad bibe xala bingehîn ya jiyanê."   Sîstema Akademiyê wiha ye:   Piştî rabuna ji xewê werzîş tê dest pê kirin, di saet 08:00'an de dest bi wane dikin. Perwerde dê ji aliyê jinan ve were dayîn û waneyên ku bên dayîn wiha ne :' Zayendperestiya Civakî, Dîroka Jinê, Jîneolojî, Hevjiyana Azad, Perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Pergala hevserokatî û tekmîl, pergala tevgera jinê û platform.   Roja yekem bi dersa wate û girîngiya perwerdeyê dest pê kir.