Navenda Çandê ya Şemrexê, hîbeyî Wezareta Perwerdehiyê hat kirin 2019-06-22 09:13:48   MÊRDÎN - Li Şaredariya Şemrexê ku piştî hilbijartinan ji destê qeyûm hat girtin şûnde derket holê ku bi giştî 3 mîlyon deynê wê heye û hat hînbûn ku navenda çandê ya li navçeyê hatibû vekirin jî mehek beriya hilbijartinan hîbeyî Wezareta Perwerdeyê hatiye kirine.   Li Navçeya Şemrex a Mêrdînê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de HDP’ê bi dengekî zêde şaredarî ji qeyûm girt, piştî hevşaredaran mazbatayên xwe girtin û çûn şaredariyê şekirê çayê jî li şaredariyê nedîtin. Şaredariya ku sê salan ji aliyê qeyûm ve hat birêvebirin û ber derê şaredariyê veguherîbûn qerekolê, hat hînbûn ku hemû îxale û lêçûnên dema qeyûm hatine paqijkirin. Li şaredariya ku nayê zanîn gelek lêçûn ji bo çi hatine xerckirin, 3 mîlyon û 434 hezar TL deyn hatiye hiştin.   Navenda çandê hatiye hîbekirin   Derket holê ku xebatên di pêvajoya qeyûm de temam bûne jî lêçûna wan nehatiye razan û tenê ji bo helekan û alavên parqê yên ji bo 30 gundî 664 hezar TL pere hatiye dayîn. Ligel vê derket holê navenda çandê ya navçeyê ya ku ji aliyê qeyûm ve bi 2 mîlyon û 700 TL hatiye çêkirin jî mehek beriya hilbijartinan hîbeyî wezareta perwerdehiyê hatiye kirin.