Cenazeyê 5 sivîlan hatin oxirkirin 2019-06-21 14:11:20   QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyên 5 kesên li Goristana Şehîdên Sîvîl, sipartin axê.   Malbatek Efrînî ya di encama êrîşên dewleta tirk de hatibû koçberkirin di 19'ê Hezîrana 2019'an de, di navbera Hesekê û Amûdê de, qezaya trafîkê derbas kiribû û ji malbatê 5 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Şêniyên bajarê Qamişloyê 5 cenaze li Goristana Şehîdên Sivîl bi merasîmekê sipartin axê. Navên 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:"Mihemed Xelîl, Şervan Mihemed, Mihemed Bîlal, Medîna Ebdulah, Mihemed Reşîd." Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Asya Ebdulah axivî û wiha got:"Tu hêzê nikaribû îradeya malbata ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da, qels bike. Di encama êrîşên dewleta tirk de malbat birîndar bûn. Tevî hemû zehmetiyan wan welatê xwe terk nekirin. Lê  mixabin 5 kesên vê malbatê bi qezayekê li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan. Hezkirin û girêdana vê malbatê ya Efrînê mînakek bi qîmet bû. Çawa dewleta Tirk îradeya vê malbatê lawaz nekir wê tu dewlet nikaribe îradeya gelê me lawaz bike."   Piştî axaftinan li ser xwesteka malbatê bi dengê Berxwedêr Şervan Mihemed stranek hat guhdarkirin.   Di dawiya merasîmê de gel cenazeyên 5 kesan bi dirûşma "Şehîd Namirin" spartin axê.