ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-21 09:00:00   *Endama Rêveberiya PYD’ê Ayşe Efendî têkildarî şewata zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: "Divê gelê me di zanebûna poltîka û şerê taybet yê li dijî herêmê bin. Ji bîr nekin ku Rêveberiya Xweser gel e, gel jî Rêveberiya Xweser e." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedan a Navçeya Fafîn a Şehbayê bi cih bûne gotin: "Em ê bi berxwedana xwe Efrînê ji desthiladariya dewleta Tirk rizgar bikin." DÎMEN HEYE   *Cizîr bi dîrok û berhemên xwe ji gelek çîrok, roman û destanan re bûye çavkanî. Li Cizîrê piştî salên 90’ê cihê xwe ji berxwedanan re dihêle. Jinên li Cizîrê dijin daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Li dijî bikaranîna hişbirê divê xebateke taybet bê kirin. Bila saziyên jinan carek din bên vekirin. Xebatên çand û huner, sporê bên li pêş xistin.' BI DÎMEN   *Ji hilbijartinên Stenbolê re demek kurt ma û kedkarên tekstîlê diyar kirin ku ji ber namzetê HDP’ê tune ye, tercîha xwe li alî namzetê CHP’ê bi kar tînin û gotin bila êdî Stenbol ji AKP’ê xilas bibe. DÎMEN HEYE   *Şêniyên navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê diyar kirin ku di hilbijartina Stenbolê de Kurd xwedî roleke girîng in û wiha gotin: “Kurd li vê erdnîgariyê aliyê ku hevsengiyê diguherîn in. Dizanin ku dema Kurd tunebin nikarin bi ser bikevin.” DÎMEN HEYE   *Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku ji bo hilbijartinên Stenbolê xebatan dimeşîne, got ew ne ji bo partî an jî ji bo namzetekî, li dijî bloka AKP-MHP’ê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xebatan dimeşînin û wiha got: “Stenbol wê bibe cihê hilweşandina faşîzmê. Kurd jî wê rola xwe ya dîrokî be guman danîn holê.” DÎMEN HEYE   * Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîs, diyar kir ku tevî butçeya wan sînorkiriye jî ji bo wan ya ewil xebatên jin û zarokane.DÎMEN HEYE